Kurdistan Democratic Party

Renewal  .  Justice  .  Coexistence


 

Nêçîrvan Barzanî û şanda Amerîka: Divê hevahengiya me berdewam be

 

Hewlêr-KDP.info- Serokwezîrê Herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî û şandeke leşkerî û dîplomatîk ji Amerîka civiyan û herdû aliyan tekez kirin ku pêwîst e hevahengiya di navbera wan de berdewam be.

Îro Sêşema 24-4-2018ê Nêçîrvan Barzanî pêşwazî li Fermandarê Hêzên Amerîka li Iraq û Sûriyê General Paul E. Funk û şanda dîplomatîk û leşkerî ya ligel wî kir.

Di wê hevdîtinê de şanda mêvan, hevkariya di navbera hêzên Hevpeymaniya Navdewletî û Hikûmeta Kurdistanê bilind nirxand û tekez kir li ser berdewamiya pêşkeşkirina alîkariyan bo Herêma Kurdistanê ji bo rêgirîkirinê li serhildana tundiyê.

Şanda Amerîkî destxweşî li Hikûmeta Kurdistanê kir ku ji ber de kariye bi diyalogê beşek ji pirsgirêkên xwe ligel Bexdayê çareser bike û hêvî jî xwest ku gotûbêjên Hewlê û Bexdayê berdewam û berfirehtir bibin. Herwiha behsa karên xwe ligel Wezareta Pêşmerge kir ku heta niha karên wan bi başî birêve diçin û berdewam in.

Ji aliyê xwe ve, Nêçîrvan Barzanî spasiya rola hêzên Hevpeymanan kir bi taybetî jî rola Amerîka di alîkariya Herêma Kurdistanê di şerê li dijî DAIŞê de û berdewamiya wan alîkariyan jî bi pêwîst da zanîn û tekez kir li ser giringiya hevahengiya di navbera Pêşmerge û hêzên Iraqê de. Serokwezîrê Kurdistanê herwiha spasiya piştgiriya Amerîka kir li ser çêkirina zemînesaziyê bo destpêkirina diyaloga Hewlêr û Bexdayê û hêvî xwest ku diyalog berfirehtir û cidîtir bibe.

Nêçîrvan Barzanî û şanda Amerîka rewşa ewlehî ya navçeyê û hilbijartinên Iraqê gotûbêj kirin.