Kurdistan Democratic Party

Renewal  .  Justice  .  Coexistence


 

Referandumçî kî ye?

 

Zikrî Mûsa

Dibêjin ew kesên kar ji referandumê re kirine (referandumçî) ne û divê bên dadgehkirin, lê referandûmçî ew kes in ku natirsin. Ew kes in ku gotinên heq û rast dibêjin. Pilanên dagîrkeran şikandine. Li deştên Zûmar û Rebîhe û Şingal û li Kerkûkê terorîstên DAIŞê şikandine. Referandumçî xwedî dastanên Pirdê û Sihêla ne. Referandumçî rih e, rihê şehîd Husên Mensûr û Mexdîd Herkî û Kake Eta ye, ku canfîda bûn û koylayetî qebûl nedikirin.

Referandumçî divê bên dadgehkirin ji ber ku dengên wan ên dilêr dengê aştiyê ye. Dengî wî kesî referandumçî dengê miletekî mezlum e û li azadiyê digere. Referandumçî dengê (Erê) ye bo dîrokê bo serweriyê bo neweyên bê. Dengê (Na) ye bo dûvkayetiyê ji dewleteke qelp û sitemkar re, ku vê dewletê 100 salî tawan anîne serê gelê Kurdistanê.

Referandumçî pilanê ji azadiyê re datîne, qet pilanan bo kuştina konsulên welatan li Kurdistanê û revandina xelkê û têkbirina aramiya welatiyan amade nake. Dengê wî dengê resenayetiyê ye. Ew ne kesekî ziman pîs e û sixêfan nade. Referandumçî evîna azadîxwaziya ax û çiya û roj û serbestiyê ye. Referandumçî ne îxwançî û DAIŞbawer û Heşdperist û şeydayê Sultan û Ayetulah e. Referandumçî serê wî bilind e û rûsor e. Tariyê nas nake. Ronahî û hêviyê dilê wî têr kirine.

Referandumçîbûn rawestan e di riwê dagîrker û nezaniya olî û mezhebî û neteweyên derdorê. Şikandina nerîta namirovane ya kolonyalîzim û împiryalîzim e. Referandum kêmtirîn soz û wefa ye ji bo Helebçe, peyman e bo Enfal û Barzaniyên ku bi saxî li biyabanên tarîperistiyê yên erebî hatin binaxkirin. Referandum hewara wan ciwanên bêtawan ên Feylî ye ku li biyabanên Urdin û Enbar çekên kîmyayî li ser wan hatin ceribandin.

Referandumçîbûn dewletxwazî û serxwebûn e, avakirin û parastina gel e ji destê reş ê dijminan. Jiyan e, geryan e li jiyaneke rasteqîne ku reng û bêhna dagîrker tê de tune be.

Her referandumçiyek peyamberê berê û niha û pêşerojê yê miletê xwe ye. Yên ku divê bên dadgehkirin ne ew kes in ku kevokê aştiyê û şûrê pola yê gelê xwe ne. Yên ku divê bên dadgehkirin ew kes in ku çêlîkê dadgîrker in. Yên ku divê bên dadgehkirin ew kesên nepaqij in ku bi destê dijmin girtin û kişandin nava welatê xwe. Ew DAIŞbawer divê bên dadgehkirin ku bi xwîna Pêşmerge û bi qutê xelkê Kurdistanê li kolanên Ewropa av dixistin aşê dijminan û dijayetiya daxwazên rewa yên gelê xwe dikirin.

Eger bi rastî edalet hebe divê ew kesên ku sivkayetiyê bi dengê azadîxwazên miletê xwe dikin, bên dadgehkirin û parêzbendî ji wan bê wergirtin. Herin dîrokê bixwînin û bibînin ew kesên ku dijayetiya serxwebûnê kirine û bûne caş ji dijminan re, milet çi aniye serê wan.