Kurdistan Democratic Party

Renewal  .  Justice  .  Coexistence


 

Nêçîrvan Barzanî: Baweriya Amerîka bi siberoja geş a Kurdistanê heye

Hewlêr-KDP.info- Serokwezîr Nêçîrvan Barzanî di dema beşdarbûna rêwresma danîna kevirê binyada Konsulxaneya Amerîkayê ya li Herêma Kurdistanê de got: “Ev yek nîşana baweriya Amerîkayê ya ji niha û siberoja geş a Herêma Kurdistanê re ye. Herwiha wê yekê nîşan dide, ku Amerîka dixwaze peywendiyên xwe yên li gel Herêma Kurdistanê ber bi pêşve bibe.”

Serokwezîr Nêçîrvan Barzanî îro li Hewlêrê beşdarî rêwresma danîna kevirê binyada komalgeha Konsulxaneya Giştî ya Amerîkayê li Herêma Kurdistanê bû.

Di rêwresmê de Balyozê Amerîkayê li Bexdayê Doglas Siliman, Konsulê Amerîkayê li Hewlêrê Ken Gros, berpirs û dîplomatkarên Herêma Kurdistan û amerîkî amade bûn.

Serokwezîr Barzanî di dema rêwresmê de gotarek pêşkeş kir û da xuyakirin ku ew vê pêngavê giring dibînin û got: “Avakirina komalgeha Konsulxaneya Giştî ya Amerîkayê li Hewlêrê yekemîn avahiya taybet a ji bo konsulxaneyan e û ev yek nîşana baweriya Amerîkayê ya ji niha û siberoja geş a Herêma Kurdistanê ye. Herwiha wê yekê nîşan dide, ku Amerîka dixwaze peywendiyên xwe yên li gel Herêma Kurdistanê ber bi pêşve bibe.”

Nêçîrvan Barzanî da xuyakirin, ku peywendiyên Amerîka û Herêma Kurdistanê ne nû ne, piştî raperîna sala 1991ê Amerîka li gel hevpeymaniya navdewletî ji bo parastina gelê Kurdistanê di rêza pêşiyê de bûne.

Nêçîrvan Barzanî di berdewama axaftina xwe de got: “Heta hilweşandina rejîma Beis, şerê DAIŞê û têkbirina wan jî bi berdewamî peywendiyên baş di navbera Amerîka û Herêma Kurdistanê de hebûne. Amerîkayê ji bo parastina seqamgîriyê alîkarî daye û piştgirî daye Herêma Kurdistanê.

Îro jî di nav qonaxeke seqamgiriyê de ji bo konsulxaneya Amerîkayê li Hewlêrê komalgeheke nû ava dikin, ku ev jî berdewma wan peywendiyan e. Hêvîdar im bibe hevbeşeke giring a stratejîk û demdirêj li gel Herêma Kurdistanê. Gel û hikûmeta Herêma Kurdistanê bi rêzdarî li peywendî, hevkarî û piştgiriya siyasî, leşkerî û mirovî ya Amerîkayê dinere.

Em dixwazin di warê aborî, siyasî, bazirganî, zanistî, çandî û di hemû waran de li ser hîmê berjewendiyên hevbeş peywendiyên me yên baş li gel Amerîkayê hebin. Herwiha me divê heman awayî peywendiyên me li gel welatên cîran jî hebe.”

Serokwezîr Barzanî destnîşan kir, ku Herêma Kurdistanê li gel Amerîka û cîhana pêşkeftî hevbeş e û baweriya wan bi bihayên azadî, demokrasî, mafên mirovan, pirçandî, bi hev re jiyan û pêşxistina şiyan û behremendiyên jin û ciwanan heye, ku cîhana pêşkeftî li ser van bihayan hatiye avakirin.

Di goata xwe de Serokwezîr Barzanî bibîr xist ku pêşmerge li gel leşker û efserên Amerîka û hevpeymaniya navdewletî şerê li dijî terorê kiriye.

Nêçîrvan Barzanî ji ber vê pêngavê spasiya Amerîka û aliyên peywendîdar jî kir û got: “Hêvî dikim, ku hemû welatên din ên cîran ên navçeyê û cîhanê herwek Amerîkayê avahî û komalgeha nûneratiya xwe ya dîplomatîk li Herêma Kurdistanê çêbikin, ku li gel hemûyan jî di çarçoveya Iraqeke federal de daxwaza peywendiyên baş, hemahengî, hevkarî û hevbeşiyê dikin. Bi hêviya aştî, seqamgîrî, hemaheng3i û hevkariya baştir di nava gelan de.”