Kurdistan Democratic Party

Renewal  .  Justice  .  Coexistence


 

Hikûmeta Kurdistanê Roja Rojnemegeriya Kurdî pîroz kir

 

Hewlêr-KDP.info- Encumena Wezîran a Herêma Kurdistanê bi helkefta salvegera Roja Rojnamegeriya Kurdî peyameke pîrozbahiyê weşand û ragihand: “Em li bendê ne medya û medyakar bibin pirra di navbera hemwelatiyan û hikûmetê de.”

Encumena Wezîran a Herêma Kurdistanê di peyama xwe de Roja Rojnamegeriya Kurdî li rojnamevanên Kurd û Sendîkaya Rojnamevanên Kurdistanê pîroz kir û ragihand: “Di karê pîşeyî û gihandina peyama rast û nîştîmanî de serkeftinê ji wan re dixwazin. Xizmetkirina civakê û parastina maf û daxwazên rojnamevanên Kurdistanê ya sendîkayên rojnamevanan jî bilind dinirxînin.”

Di peyamê de hatiye destnîşankirin, ku cihê serbilindiyê ye li Herêma Kurdistanê bi dehan dezgehên rojnamevanî û medyayî bi cudahiya hizir û raman û peyamên siyasî di atmosfereke azad de kar dikin û wiha tê gotin: “Rojnamenivîsên Kurdistan bi riya peyrewkirina metodeke rast a pîşeyî û medenî yê bi ewle û herwiha bi dûrkeftina ji hemû kirdar û reftarên ku ziyanê digihînin nevûdengê medyaya Kurdî, aştî û seqamgîriya civakê, dikarin di parastina azadiyê de roleke bi bandor bilîzin, ku ew jî mafên wan e.”

Encumena Wezîran a Herêma Kurdistanê ragihand: “Li gel parastina hemû mafên wek desthilata çarem ji bo medyayê rewa hatiye dîtin, hevdem bendewarî jî ji dezgehên medyayê û medyakarên Kurdistanê heye, ku bi tevê rola xwe ya bi bandor ji bo parastina aştiya civakî û geşedana çanda siyasî, civakî û ferhenga civakê û belavkirina hişyariya niştîmanî, dikarin di hevkariya dezgehên hikûmetê jî de roleke giring bilîzin. Bi riya çaverêkirin û pêdaçûna kar û projeyên cihereng dikarin bibne pirra di navbera hemwelatiyan û hikûmetê de.”

Di berdewama peyama xwe de Encumena Wezîran bibîr dixe ku li Herêma Kurdistanê pêvajoya bangaşeya hilbijartinan birêve diçe û ji hemû dezgehên medya û medyakaran daxwaz dike ji bo ev pêvajo di atmosfereke aram û medenî de birêve biçe û herwiha ji bo ezmûneke ciwan a demokrasiyê û navûdengê Kurdistanê, roleke erênî û bi bandor bilîzin.

Encumena Wezîran di dawiya peyama xwe de rojnamevanên ku di bereyên şer de canê xwe ji dest dane bi rêzdarî bibîr xist.