Kurdistan Democratic Party

Renewal  .  Justice  .  Coexistence


 

Zêbarî: PDKê hewl dide ji bo yekîtiya aliyên Kurdistanî li Bexdayê

Hewlêr-KDP.info- Endamekî polîtburoya PDKê dibêje, zêdebûna lîsteyên kurdan bo hilbijartinên Iraqê dê ziyanê bigihîne pêgeha kurdan li Bexdayê, lê PDKê hewl dide ji bo yekîtiya hemû aliyên Kurdistanî li Bexdayê piştî hilbijartinan.

Endamê polîtburoya PDKê Hoşyar Zêbarî ji radyoya Dengê Amerîka re behsa hilbijartinên Iraqê kiriye û gotiye, beşdariya kurdan di hilbijartinên Iraqê de girîng e. Ji ber ku kurd divê li Bexdayê be da ku mafên xwe yên Destûrî bistîne û biparêze.

Hoşyar Zêbarî her wiha gotiye, rola kurdan di avakirina Iraqa nû de gelekî bihêz bû lê mixabin piştî sala 2012, rayedarên Bexdayê dest bi lawazkirina rol û pêgeha kurd li Iraqê kirin.

Wî siyasetmedarê kurd aniye ziman ku hêz û giraniya kurdan her maye lê ne mîna berê ye ji ber ku rewş hatiye guhertin û gotiye, hebûna gelek lîsteyan di hilbijartinan de bi sûda kurdan nîne, kurd divê li Bexdayê bibin yek û bi yek lîsteyê tevlî hilbijartinan bibin.

Wî endamê polîtburoya PDKê di bersiva vê pirsê de ku gelo di navbera referandom û hilbijartinên Iraqê de ti nakokiyek heye? jî gotiye, em ti nakokiyekî nabînin. Ji ber ku referandom dengê kurd bû bo mafê destnîşankirina qedera xwe. Niha jî em dixwazin biçin Bexdayê û li wir berjewendiyên gelê xwe biparêzin.