Kurdistan Democratic Party

Renewal  .  Justice  .  Coexistence


 

PDK Çarçema Sor li Êzdiyan pîroz kir

Hewlêr-KDP.info- Polîtburoya PDKê di peyamekê de cejna Çarşema Sor li Êzdiyan kir.

Polîtburoya PDKê di peyama xwe de ragihand: “Bi boneya cejna Çarşema Sor û serê sala nû ya xuşk û birayên Kurdên Êzdî, em gerimtirîn pîrozbahî li kesayetî, şêxên Êzdî, Encumena Rûhanî ya Êzdî û tevahiya Êzdiyên Kurdistan û cîhanê dikin. Em hêvîdar in Êzdî vê cejnê û hemû cejn û boneyên xwe di bin siya azadî û aramiya Herêma Kurdistanê bi xêr û xweşî bikin û nexweşî û derdeserî bidawî bibin.”

PDK wiha domand: “Bi vê boneyê em piştevaniya xwe û ya Serok Mesûd Barzanê ya madî û manewî ji bo Êzdiyan tekez dikin ji bo parastina kultûrê wan ê resen û vegerandina aramiyê ji bo tevahiya navçeyên wan û karkirin ji bo zêdetir avedankirina wan navçeyan û herwiha bihêzkirina canê birayetî û pêkvejiyan û tevahiyê di navbera hemû pêkhateyên civaka Kurdistanê.”