Kurdistan Democratic Party

Renewal  .  Justice  .  Coexistence


 

Heşda Şeibî û PKK rêgiriyê li berbijêrên Êzdî dikin ku biçin Şingalê

Şingal-KDP.info- Berbijêrên lîsta PDKê 184 li Şingalê behsa wê yekê dikin ku Heşda Şeibî û PKKê rêgiriyê li wan dikin ku biçin Şingalê û li wir bangeşeya hilbijartinan bikin, ku astengiyan ji wan re derdixin.

PDK li sînorê parêzgeha Mûsilê di hilbijartinên Iraqê de beşdar e û tenê li Şingalê 31 berbijêrên PDKê hene û îro bi fermî bangeşeya wan ji bo hilbijartinan destpê kir û berbijêrên PDKê ji aliyê şaxa PDKê ve bi xelkê ve hatin naskirin.

Kandîda PDKê ya hejmare 20 Lazîme Yûsif Hemê ji malpera KDP.info re ragihand: “Heşda Şeibî û PKK li Şingalê hene û rê nadin me berbijêrên PDKê ku em biçin Şingalê û bangeşeya xwe bikin, ku rêgiriyê li me dikin. Tevî ku me daxwaz ji wan kiriye ku em biçin li wir bangeşeya hilbijartinan bikin, lê ew razî nebûn û astengiyan ji me re derdixin. Em hêvî dikin ku bihêlin em biçin bangeşeyê di nava xelkê xwe de bikin.”

Lazîme Yûsif Hemê wiha got: “Gelek alîgirên me li Şingalê hene û berdewam ligel me diaxivin û daxwaz ji me dikin ku em serdana wan bikin. Ji ber ku rêgiriyê li me dikin ku em biçin Şingalê, me wêne û posterên xwe şandine wir, lê em dizanin dê bihêlin bên adaliqandin yan na.”

Hemê wiha domand: “Eger xelkê Şingalê dengê xwe bide me, emê bibin bergirîkar ji mafê wan re û emê hewla rizgarkirina Kurdên Êzdî yên di destê DAIŞê de bidin û emê alîkariya daykên şehîdan bikin, herwiha emê hewlên mezin bidin ji bo bidestanîna mafê gelê Kurd.”

Berbijêrê hejmare 17 yê PDKê li Şingalê Şerîf Silêman jî ji malpera KDP.info re ragihand: “PKK û Heşda Şeibî rêgiriyê li berbijêrên PDKê dikin ku bangeşeya hilbijartinan bikin û herwiha nahêlin ala Kurdistanê li Şingalê bê hildan, lewma jî em li dervey Şingalê bangeşeya xwe dikin û ew nikarin rêgiriyê li serkeftina me bigrin. Kurdên Êzdî dê dengê wan ji bo PDKê be û PDKê nûner ji xwe re dibînin.”