Kurdistan Democratic Party

Renewal  .  Justice  .  Coexistence


 

PDK dĂȘ bangeşeya hilbijartinan li dervey ŞingalĂȘ bike

 

Şingal-KDP.info- Qayimeqamê Şingalê Mehma Xelîl ragihand ku Heşda Şeibî nahêle PDKê li Şingalê bangeşeyê bike.

Mehma Xelîl ji malpera KDP.info re ragihand: “Piştî destpêkirina bangeşeya hilbijartinan li hemû Iraqê, lê li Şingalê Heşda Şeibî rê nade PDKê ku bangeşeyê bike. Bangeşeya hilbijartinan mafekî rewa ye û nabe ew maf bê zeftkirin.”

Derbarê vê pirsê, Berpirsê Şaxa PDKê li Şingalê Qadir Qaçax ji malpera KDP.info re ragihand: “Ji ber ku 85% ji xelkê Şingalê li Herêma Kurdistanê ne, emê li Dihokê bangeşeya hilbijartinan bikin û em naçin Şingalê.”

Qadir Qaçax wiha got: “Ti dezgehên PDKê li Şingalê tune ne ku em bangeşeyê lê bikin, lê bêguman endam û alîgirên PDKê li Şingalê hene û ew dê dengê xwe bidin PDKê.”