Kurdistan Democratic Party

Renewal  .  Justice  .  Coexistence


 

PDK li Hewlêrê dest bi bangeşeya hilbijartinan kir

Hewlêr-KDP.info- Îro PDKê li Hewlêrê dest bi bangeşeya hilbijartinên Iraqê kir û di gotinekê de Cîgirê Serokê PDKê Nêçîrvan Barzanî behsa bernameya PDKê kir û ragihand ku PDK bi hêzeke mezin diçe Bexdayê.

Di destpêkê de Nêçîrvan Barzanî gotinek pêşkêş kir û tê de behsa bernameya karê PDKê bi hilbijartinên Parlamentoya Iraqê kir û tekez kir ku PDK dê hêza yekem be li Kurdistanê di wê hilbijartinê de û di hilbijartina bê ya Kurdistanê de jê dê her hêza yekem be.

Nêçîrvan Barzanî amaje bi wê yekê kir ku ev hilbijartin xwedî giringiyeke mezin in, heta PDK bihêztir bibe û destkeftên zêdetir bo Kurdistanê bidest bên û pêgeh û mafên destûrî yên Kurdistanê parastî bin.

Nêçîrvan Barzanî wiha got: “PDK her daxwaza aştiyê dike û qet şer naxwaze. PDK qet dest ji mafên destûrî yên Kurdistanê bernade. Kurdistanê dest ji rêbaza Barzaniyê nemir bernade. Divê PDK bihêz be li Bexda. Bi diyalogê pirsgirêk çareser dibin. PDK yekgirtî û deng e, PDK di bin yek alaya yek serok de ye ew jê Serok Barzanî ye û em ji bo mafê gelê Kurdistanê xebatê dikin. Bihêzbûnî PDKê tê wateya bihêzbûna Kurdistanê. Çiqasî PDKê bihêz be, Kurdistran bihêztir e. Pêwît e em piştrat bikin ku PDK hêza yekem e û dê hêza yekem be li Kurdistanê.”