Kurdistan Democratic Party

Renewal  .  Justice  .  Coexistence


 

Kiliçdaroglu sersaxî ji Nêçîrvan Barzanî re xwest

Hewlêr-KDP.info- Serokê Partiya Komarî ya Gel (CHP) Kemal Kiliçdaroglu ji ber koça dawî ya Dilovan Îdrîs Barzanî bi rêya telefonê sersaxî ji Serokwezîrê Herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî re xwest.

Serokê CHPê Kemal Kiliçdaroglu di peywendiya telefonî de, ji ber koça dawî ya rehmetiyê Dilovan Îdrîs Barzanî, hevxemiya xwe ya ligel Serokwezîr Nêçîrvan Barzanî û malbata Barzanî derbirî û hêviya xwe anî ziman ku ev xem û kedera herî dawî be û Xwedayê Mezin wî bi bihuşta xwe şad bike.

Herwiha Serokwezîr Nêçîrvan Barzanî jî ji ber peywendiya telefonî û pêşkêşkirina serxweşiyê spasiya Serokê Partiya Komarî ya Gel (CHP) Kemal Kiliçdaroglu kir.