Kurdistan Democratic Party

Renewal  .  Justice  .  Coexistence


 

Parlamanterê HDPê: Serdana me bo Başûr erênî û girîng bû

 

Dihok-KDP.info- Parlamenterê HDPê Îmam Taşçer ragihand ku serdana şanda wan bo Başûrê Kurdistanê û civînên wan ligel aliyên siyasî erênî û girîng bûn.

Şanda HDPê çend rojan li Başûrê Kurdistanê me û di serî de ligel Serok Barzanî û ligel Serokwezîrê Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî û piştre jî ligel aliyên siyasî yên Başûr, civiya.

Yek ji endamên wê şandê, Parlamenterê HDPê Îmam Taşçer derbarê serdana xwe bo Başûrê Kurdistanê ji malpera KDP.info re ragihand: “Di serî de em ligel Serok Barzanî civiyan û piştre ligel tevahiya aliyên siyasî yên Herêma Kurdistanê, armanc jî ji vê serdanê ew bû ku em nêrîna xwe ji hemû aliyên siyasî re diyar bikin, ji ber ku hevserokê me nû hatibûn hilbijartin.”

Îmam Taşçer wiha got: “Serdana me girîn û erênî bû, me çend mijarên girîng gotûbêj kirin. Amanca me ya sereke yekîtiya Kurdan e û Barzanî jî tekez li ser vê yekê kir û ji me re got, hemû pirsgirêk pêdviya wan bi çareseriya aştiyane heye û divê bi gotûbêjan çareser bibin.”

Wî parlamenterê HDPê wiha domand: “Hemû aliyên siyasî yeknêrîn in ku pêwîst e Kurd yekrîziya xwe bikin karê xwe yê pêşî û kar ji bo kongreya neteweyî ya Kurd bikin.