Kurdistan Democratic Party

Renewal  .  Justice  .  Coexistence


 

Seyda: Projeyeke Amerîka ji bo Sûriyê heye..PYD li Efrînê şaşîtî kir

 

Dihok-KDP.info- Siyasetmedarê ji Rojavayê Kurdistanê Dr. Ebdulbasit Seyda ragihand ku pêwîst e Amerîka siyaseta xwe bughere bi taybetî jî li Sûriyê, lê pirojeyeke Amerîka ji bo wî welatî heye, ku êdî Sûriye bûye cihê hevrikiyên welatên mezin.

Dr. Ebdulbasit Seyda di hevpeyvînekê de ligel malpera KDP.info ragihand: “Tişta ku niha li Sûriyê çê dibe, bihêzbûna welatên mezin e li navçeyê, lewma jî Sûriye bûye cihê şer û nakokî û hevrikiyên welatên mezin û gelek alî li şûna hin welatan şer dikin.”

PYD li Efrînê şaşîtî kir

Derbarê herêma Efrînê jî ku ketiye bin destê hêzên Tirkiyê û hêzên opozisyona Sûriyê, Ebdulbasit Seyda wiha got: “Di serî de me zanîbû PYD şaşîtiyekê dike û herêma Efrînê wêran kir û xelkê wê yên sivîl kirin qurbanî. Pêwîst e PYD li siyaseta xwe vegere. Efrîn li navçeyeke stratejîk e ji bo welatan û Rûsya xwe jê vekişand û Amerîka jî xwe bêdeng kir.”

Rewşa Efrînê ber bi kû ve diçe?

Derbarê axaftinên Erdogan jî ku gotibû, em dizanin ku emê Efrînê radestî kê bikin, Seyda wiha domand: “Tirkiye dê Efrînê radestî xelkê wê bike. Dê radestî wan kesan bike ku pirsgirêkên wan ligel Tirkiyê tune bin, ji ber ku tenê Tirkiye PYDê naxwaze.”

Amerîka Esed bêhêz dike

Serokê Amerîka Donald Trump bi tundî gefan li Serokê Sûriyê Beşar Esed dike û dibêje emê li Sûriyê bidin. Derbarê wê yekê de jî Dr. Ebdulbast Seyda ragihand: “Projeyeke Amerîka ji bo Sûriyê heye, eger Esed ji ser deselatê jî nede alî, dê wî pir bêhêz bike.”

Êdî pirsa Kurdî li cîhanê tê qebûlkirin

Seyda wiha got: “Opozisyona û rêjîma Sûriyê jî gihîştine wê baweriyê ku divê pirsa Kurdî li Sûriyê bê çareserkirin. Ji ber ku kirîza Sûriyê bê pirsa Kurdî çareser nabe û ev pirs li cîhanê tê qebûlkirin. Li ser asta navxwe jî, pêwîst e PYD bi siyaseta xwe de biçe, ji ber ku hemû şaşîtiyên wê li ser Kurdan tê hesabkirin.”