Kurdistan Democratic Party

Renewal  .  Justice  .  Coexistence


 

Baydemîr: Neyarên Kurdan destê xwe dane hev bo jinavbirina destkeftên me

Hewlêr-KDP.info- Parlemanterê HDPê Osman Baydemîr ragihand ku niha ji her demê zêdetir pêwîstiya Kurdan bi hevpeymaniyeke neteweyî heye, ji ber ku neyarên Kurdan destê xwe dane hev bo jinavbirina destkeftên Kurdan.

Ev çend roj in ku şanda HDPê li Kurdistanê ye û ew şand ligel çend aliyên siyasî yên Başûr civiyaye.

Osman Baydemîr ji di daxuyaniyeke taybet de ji malpera KDP.info re ragihand: “Neyarên Kurdan li hemû cihî bo jinavbirina destkeftên me, destê xwe dane hev, lewma jî pêwîst e Kurd beriya her tiştî destê xwe bidin hev, ji bo ku bibin xwedî statyoyeke neteweyî û destkeftên xwe biparêzin.”

Baydemîr wiha got: “Dema em daxwaza kongreyeke neteweyî dikin û dema em daxwaza yekrêziya Kurdan dikin, nayê wê wateyê ku em daxwaz dikin ku hemû aliyên siyasî bibin yek partî, lê belê mebesta me ew e ku hemû Kurd di derdora berjewendiyên xwe yên neteweyî kom bibin û yekgirtî bin.”

Wî siyasetmedarê Bakurê Kurdistanê wiha domand: “Pêwîst e Kurd xalên hevbeş ên hevdû bibînin û wê demê dê mafên xwe yên neteweyî biparêzin.”