Kurdistan Democratic Party

Renewal  .  Justice  .  Coexistence


 

Serok Barzanî: Em amade ne ji bo alîkariya çareseriya aştiyane ya doza Kurdî li Tirkiyê

Hewlêr-KDP.info- Serok Mesûd Barzanî ragihand ku, ew amade ne ji bo alîkariya çareseriya aştiyane ya doza Kurdî li Tirkiyê.

Îro 11-4-2018 Serok Barzanî li gel Serokê Partiya Sosyalîst a Kurdistanê Mesûd Tek civiya. Di civînê de Serokê Partiya Sosyalîst a Kurdistanê ronahî xist ser rewşa siyasî li Tirkiyê, rewşa Kurdî û aliyên siyasî yên Kurdî li Tirkiyê, Herwiha amaje bi wan astengî û aloziyên kir, ku vê dawiyê di jiyana siyasî ya gelê Kurd de li Tirkiyê derketin e.

Di beşeke din a civînê de, Mesûd Tek behsa proseya siyasî û hilbijartinên dahatî yên Tirkiyê kir.
Ji aliyê xwe ve Serok Barzanî behsa rewşa Herêma Kurdistanê û bûyerên piştî referandumê kir û dilgiraniya xwe derbarê pêşeroja gelê Kurd li Sûriyê da xuyakirin.

Derbarê rewşa aliyên siyasî yên Kurd li Bakurê Kurdistanê, Serok Barzanî şêretên pêwîst pêşkêş kir û amadebûna xwe ji bo alîkariyê di çareseriya aştiyane ya doza Kurd û xebata siyasî ya gelê Kurd de, li Bakurê Kurdistanê ragihand.

Her di wê civînê de, Serokê Partiya Sosyalîst a Kurdistanê sersaxî û hevxemiya xwe li ser koça dawî ya Xwedê jêrazî Dilovan Îdrîs Barzanî ji Serok Barzanî re ragihand.