Kurdistan Democratic Party

Renewal  .  Justice  .  Coexistence


 

Asayîşa Yekîtiya Ewropa: Em dixwazin alîkariya Kurdistanê bikin

Hewlêr-KDP.info- Şêwirmendê Encûmena Asayîşa Herêma Kurdistanê li gel şandeke Yekitiya Ewropa (YE) ya tîma çaksaziya asayîşê li Iraqê civiya û di wê hevdîtinê de şanda mêvan tekez kir ku ew dixwazin alîkariya Herêma Kurdistanê bikin.

Îro 11.04.2018ê Şêwirmendê Encûmena Asayîşa Herêma Kurdistanê Mesrûr Barzanî li gel berpirsê ofîsa tîma YE yê çaksaziyên asayîşê li Iraqê Marks Retter û şandeyek li gel civiya. Di hevdîtinê de berpirsê ofîsa YE yê li Hewlêrê Kloaris Pastorî jî amade bû guftûgo derbarê mekanîzmeya danûstandinên li gel gefên ewlehiyê û parastina jiyana hemwelatiyên sivîl hate kirin.

Destpêkê de Marks Retter kurte axaftinek derbarê erkê tîma YE yê ya çaksaziya ewlehiyê li Iraqê û armanca serdana xwe ya herêma Kurdistanê de kir û ragehand, karê wan bo temamê Iraqê ye û taybete bo pêşkeşkirina alîkariyên teknîk û şîret kirin bo rêxistina çaksazî û pêşxistina stratejiya derbarê ewlehiyê li Iraqê.

Di beşeke din ên axaftina xwe de aşkera kir, ku di bernameya wan de heye û dixwazin dema pêş ji aliyê ewlehî û rêxistinî de alîkariya herêma Kurdistanê jî bikin.

Girêdayî karê heman tîmê li Iraqê, şêwirmendê Encûmena Asayîşa Herêma Kurdistanê Mesrûr Barzanî jî amaje bi rewşa asayîşê li herêma Kurdistanê kir û ragehand: “Asayîş heta astekê pir başe û li gor cîhên din ên Iraqê cuda ye.”

Barzanî amadebûna herêma Kurdistanê bo her alîkariyekê û danûstandineke bi armanca sûd lê wergirtina ji alîkariyên teknîk nîşan da û şîretên tîma navborî giring nirxand û got: “Li herêma Kurdistanê bo çawaniya rûbirûbûna gefên ewlehiyê em dixwazin sûd ji ezmûnên we werbigrin. Bi taybet karê me yê serekî parastina jiyana hemwelatiyên sivîl e.”