Kurdistan Democratic Party

Renewal  .  Justice  .  Coexistence


 

Serok Barzanî bo şanda HDPê: Pirsgirêkên xwe ligel Tirkiyê bi aştiyane çareser bikin

 

Hewlêr-KDP.info- Berpirsê Ofîsa Pêwendiyên Niştimanî ya PDKê Elî Husên derbarê hatina şanda HDPê bo Başûrê Kurdistanê ragihand ku Serok Mesûd Barzanî ji wê şandê re got ku pirsgirêkên xwe ligel Tirkiyê bi riyên aştî û demokrasiyê çareser bikin.

Duhî şanda HDPê ligel Serok Barzanî civiya û piştre jî ligel Serokwezîrê Herêma Kurdistanê civiya.

Derbarê wan civînan û hatina şanda HDPê, Elî Husên ji malpera KDP.info re ragihand: “2 ,mebest ji serdana şanda HDPê bo Başûrê Kurdistanê hene, ku ew jî ya yekê, ji ber ku kongreya xwe nû lidar xistibûn û dixwestin nêrîn û helwesta xwe bighînin partiyên Başûrê Kurdistanê, ya dûyem jî, hatibûn pirse û taziya Dilovan Îdrîs Barzanî.”

Husên wiha got: “Di civîna xwe de ligel me de behsa rewşa Bakurê Kurdistanê û pêwendiyên xwe ligel hikûmet û partiyên Tirkiyê kirin û amaje bi bernameya xwe ji bo paşerojê kirin û herwiha daxwaza hevahengiyê ligel me kirin ji bo ku em hevkar bin ji wan re, me jî ew han dan ku bi riyên aştî û demokrasî û jihevtêgiheştinê daxwazên xwe bikin û kar bikin.”

Wî berpirsê PDKê wiha domand: “Herwiha di civînê de behsa wê yekê hat kirin ku her perçeyeke Kurdistanê xwedî taybetmendiyeke taybet e û pêwîst e ew yek bê liberçavgirtin û her xebatek bi rêya gotûbêj û diyalogê be. Herwiha şanda HDPê jî em han dan ku em li Başûrê Kurdistanê di nav xwe de yekrêz û yekgirtî bin bo hilbijartinên Iraqê.”

Derbarê civîna şanda HDPê û Serok Barzanî, Elî Husên ragihand: “Serok Barzanî got ku, berê derfeteke baş hebû ji bo ku li Tirkiyê bi aştî hinek pirsgirêk çareser bibana, niha jî şanda HDPê han dan ku pirsgirêkên xwe ligel Hikûmeta Tirkiyê bi riyên aştî û demokrasî çareser bikin û hemû aliyên Bakurê Kurdistanê yekgirtî bin û sûdê ji hin cihên cîhanê werbigrin.”