Kurdistan Democratic Party

Renewal  .  Justice  .  Coexistence


 

Qayimeqamê Şingalê: Emê bi merc vegerin Şingalê

 

Şingal-KDP.info- Qayimeqamê Şingalê Mehma Xelîl dibêje, wan wek îdareya Şingalê ji Hikûmeta Iraqê re gotiye ku ewê bi merc vegerin Şingalê, ku PKK û Heşda Şeibî Şingalê derkevin û riyên Şingalê ligel Herêma Kurdistanê bên vekirin û koçber vegerin ser malê xwe û bajar bê avedankirin.

Mehma Xelîl ji malpera KDP.info re ragihand: “Daxwaz hatiye kirin ku îdareya şeriî ya Şingalê vegere ser karê xwe, me jî çend merc ji bo vegera xwe danîne, wek derketina Heşda Şeibî û PKKê ji Şingalê û Hêzên Pêşmerge û artêşa Iraqê bi hevbeşî ewlehiya Şingalê biparêzin. Eger ew yek pêk neyê em naçin bi deselata Heşda Şeibî û PKKê.”

Xelîl wiha got: “Me daxwaz jî kiriye ku riyên Şingalê ligel Herêma Kurdistanê bên vekirin û navçe bê avedankirin û koçber vegerin ser mal û halê xwe, ji ber ku nabe navçeya me her wêran be û xelk jî her koçber bin.”

Qayimeqamê Şingalê wiha domand: “Hêj em li hêviya derketina PKKê ne, ji ber ku behsa derketina hêzên biyanî tê kirin lê hêj hêz li Şingalê mane.”