Kurdistan Democratic Party

Renewal  .  Justice  .  Coexistence


 

Erdogan sersaxî ji Nêçîrvan Barzanî re xwest

 

Hewlêr-KDP.info- Serokomarê Tirkiyê Recep Tayyip Erdogan ji ber koça dawî ya Dilovan Îdrîs Barzanî bi rêya peywendiya telefonî sersaxî ji Serokwezîrê Herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî re xwest û hêviya xwe anî ziman ku ev xema herî dawî ya malbatê bibe.

Ji ber koça dawî ya Dilovan Barzanî birayê Serokwezîr Nêçîrvan Barzanî, Serokomarê Tirkiyê Recep Tayyip Erdogan vê êvarê (04-04-2018) peywendiyeke telefonî bi Serokwezîrê Herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî re encam da û tevî xwestina sersaxiya Serokwezîr, hevxemî û hevderdiya xwe ya kûr a ji ber koça dawî ya Dilovan Îdrîs Barzanî ji Nêçîrvan Barzanî û temamê malbata Barzanî re derbirî.

Recep Tayyip Erdogan tekez kir ku di vê xemgîniyê de hevxem û hevderdê Nêçîrvan Barzanî û malbata Barzanî ye û hêviya xwe anî ziman ku "ev xem û kedera herî dawî ya malbatê be û Xwedayê Mezin wî bi bihuşta xwe şad bike".

Herwiha li gor malpera Hikûmeta Herêma Kurdistanê di peywendiya telefonî de Serokwezîr Nêçîrvan Barzanî spasiya Erdogan kiriye û pêzanîna xwe ji bo vê peywendiya telefonî, sersaxî û hevxemiyê derbiriye.