Kurdistan Democratic Party

Renewal  .  Justice  .  Coexistence


 

Nêçîrvan Barzanî û Amerîka: Divê hevkarî û hevahengiya me berdewam be

Hewlêr-KDP.info- Di hevdîtinekê de, şandeke Amerîka û Serokwezîrê Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî tekez kirin li ser hevkarî û hevahengiya di navbera Herêma Kurdistanê û Amerîka de.

Çarşema 28-3-2018 Nêçîrvan Barzanî pêşwazî kir li şandeke Amerîkî ku pêk hatibû ji Fermandarê nû yê Hêzên Hevpeymanan li Iraqê General Wolter Payêt û Konsulê Giştî yê Amerîka li Herêma Kurdistanê Kên Gros.

Di wê hevdîtinê de, şanda mêvan kêfxweşiya xwe bi hevkarî û hevahengiya di navbera Hêzên Pêşmerge û Hevpeymaniya Navdewletî de nîşan da û ragihand ku pêwîst e xelkê Kurdistanê û civaka navdewletî şanaziyê bi serkeftinên Hêzên Pêşmerge li dijî terorîstên DAIŞê bikin, ku ew serkeftin ji bo tevahiya mirovatiyê bûn. Herwiha şanda Amerîka tekez kir ku ew amade ne ji bo bihêzkirina wê hevahengî û hevkariya di navbera Herêma Kurdistanê û Amerîka de.

Ji aliyê xwe ve, Serokwezîrê Kurdistanê spasiya Hevpeymaniya Navdewletî kir, bi taybetî jî Amerîka, li ser alîkariyên wan ji bo Hêzên Pêşmerge di şerê li dijî terorîstên DAIŞê de, herwiha tekez kir ku Hikûmeta Kurdistanê amade ye ji bo hevkarî û hevahengiya di navbera Hewlêr û Amerîka de, nexasim jî li wan navçeyên ku metirsî heye dîsa teror li wan derkeve.