Kurdistan Democratic Party

Renewal  .  Justice  .  Coexistence


 

Hevpeymana Navdewletî: Emê berdewam bin li ser alîkariya Kurdistanê

Hewlêr-KDP.info- Şêwirmendê Encûmena Asayîşa Herêma Kurdistanê Mesrûr Barzanî, di dema pêşwazîkirina fermandeyê giştî yê nû yê hêzên Hevpeyamanan li Iraqê, General Woltir Payet û şanda li gel wî de, dilgiraniya xwe beramberî serhildana çalakiyên terorîstî li hin navçeyên Iraqî û navçeyên Kurdistanî yên li derveyî îdara Herêma Kurdistanê da xuyakirin.

Şêwirmendê Encûmena Asayîşa Herêma Kurdistanê, diyar kir ku pêwîst e di zûtirîn dem de, bi hevkarî û hevrêzî di navbera Herêma Kurdistanê û aliyên navdewletî û Iraqî de, rewşa wan navçeyan bê asayîkirin û hemû ew sedemên siyasî û abûrî û îdarî bên rakirin, ku rê li ber serhildana tundiyê û derketina girûpên terorîstî xweş kirin.

Mesrûr Barzanî hêviya serketinê ji ceneral Payet re xwest ku wek fermandeyê giştî yê nû ji hêzên Hevpeyamanan re li Iraqê dest bi kar kiriye û tekez kir, ku Herêma Kurdistanê bi hemû karînên xwe wê, li bereyên cengê li dijî terorîstan bimîne.

Ji aliyê xwe ve, Fermandeyê Giştî yê hêzên Hevpeymanan, pêbendiya Hevpeymaniya Navdewletî bi hevkarî û hevrêziyê li gel Herêma Kurdistan û hêzên Pêşmerge tekez kir û ragihand, ku pêgeheke giring ji Herêma Kurdistanê re heye û wek faktereke aramiyê li navçeyê, cihê rêza Hevpeymanan e.

General Payet hêvî xwest ku bi hevrêzî li gel hemû aliyan, rê li ber serhildana tundiyê bê girtin.