Kurdistan Democratic Party

Renewal  .  Justice  .  Coexistence


 

Nêçîrvan Barzanî: Dê sîstema kêmkirina mûçeyan namîne

Hewlêr-KDP.info- Serokwezîrê Herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî ragihand, di demek nêzîk de êdî sîstema kêmkirina mûçeyê karmendan namîne û mûçe dê bi temamî were dayîn.

Di konfranseke çapemeniyê de, îro Çarşema 28ê Adara 2018ê, Serokwezîrê Herêma Kurdistanê, Nêçîrvan Barzanî li ser guhertinên di sîstema mûçeyên fermanberan de û herwiha çend mijarên rojevê kongreyeke rojnamevanî lidar xist.

Nêçîrvan Barzanî ragihand, di civînê de biryarên girîng dane û got, ez dikarim bêjim di demek nêzîk de êdî sîstema kêmkirina mûçe namîne û dê mûçeyê karmendan bi temamî were dayîn.

Serokwezîr Barzanî her wiha got, ew mûçeyê ku ji 400 hezar dînarî kêmtir bin dê wek xwe bê dayîn û nayê kêmkirin. Zelal jî kir, ev yek rewşê bidawî nayne, lê ev pêngaveke giring e û piştî pesendkirina yasaya çaksaziyê ji aliyê Perleman ve, em dikarin bêjin ku ev rewş wê bi temamî bidawî bê.

Nêçîrva Barzanî da xuyakirin, ku wan derbarê mûçeyên fermanberan de biryarên baş û giring di berjewendiya fermanberan de daye û diyar kir, ew ji rakirina yekcarî ya sîstema paşekewta mûçeyan nêzîk bûne.

Serokwezîr Barzanî derbarê geşedanên têkildarî hebûna PKKê li nav axa Iraqê û daxuyaniyên rayedarên Tirkiyê yên derbarê pêkanîna operasyonên serbazî de jî got: “Em bi ti awayî qebûl nakin ku ti hêzek ji axa Herêma Kurdistanê ve êrişî welatên cîran, çi Tirkiye be, çi Îran be yan jî Sûriye, bike.”

Serokwezîrê Herêma Kurdistanê tekez kir: “Bi ti awayî lojîkî nîne, ku hêzek ji nav axa Herêma Kurdistanê biçe û li Tirkiyê êrişan bike û careke din vegere Herêma Kurdistanê, ev yek nayê qebûlkirin.”

Derbarê derketina aloziyên li Herêma Kurdistanê û helwesta Hikûmeta Herêma Kurdistanê li ser wan aloziyan jî, Nêçîrvan Barzanî ragihand: “Her karek ku ji bo parastina welatê me ji tundî û aloziyan pêwîst be, emê bikin.”