Kurdistan Democratic Party

Renewal  .  Justice  .  Coexistence


 

Wezîrê Derve yê Brîtaniya Cejina Newrozê li Nêçîrvan Barzanî pîroz kir

Hewlêr-KDP.info- Di nameyekê de ji bo Nêçîrvan Barzanî Serokwezîrê Herêma Kurdistanê, Boris Johnson Wezîrê Derve yê Brîtaniyayê Cejina Nerwrozê li Nêçîrvan Barzanî pîroz dike.

Bi minasibeta cejina Newrozê pîrozbahiyê li we, malbata we ya birêz û gel û hikûmeta Herêma Kurdistanê dikim. Sala borî di şerê dijî DAÎŞê de Herêma Kurdistanê û gelê kurd mêrxasî û qurbanîdaneke mezin û mêvanperweriyeke mezin li pêşwazîkirina hjmareke zêde ya koçber û penaberan nîşan da.

Johnson di nameya xwe ji bo Nêçîrvan Barzanî de dinivîse:

Niha ji bona binyatdanana paşerojeke biaramtir, demokrasîtir û pêşkeftina Herêma Kurdistanê derfetek heye, ji bona gihiştin bi vê armancê jî, çavê me li wê yekê ye ku hevkariyê bi we yên birêz re bikin.

Di dawiya nameya xwe de wezîrê derve yê Brîtaniyayê dinivîse:

Em hêvîdar in di demên bê de di nava îsal de we li Londonê bibîn in. Newrozeke xweş û aram û saleke serkeftî ji we re dixwaz im.

Borîs Johnson nameya xwe ya ji bo Nêçîrvan Barzanî bi siruda navdara Newrozê bi dawî tîne: Em rojî salî tazeye, Newroze hatewe.