Kurdistan Democratic Party

Renewal  .  Justice  .  Coexistence


 

Hikûmeta Kurdistanê derbarê bombebarana Tirkiyê daxwazek ji PKKê kir

Hewlêr-KDP.info- Hikûmeta Herêma Kurdistanê derbarê bombebarana firokeyên Tirkiyê bo ser deverên Başûrê Kurdistanê de ragihad ku ji ber nêzîkiya baregehên PKKê, her tim metirsî li ser gundên wan deveran heye û ev çend care hevwelatî dibin qurbanî.

Berevdekê Hikûmeta Herêma Kurdistanê Sefîn Dizeyî derbarê êrişên Tirkiyê bo ser Herêma Kurdistanê de daxuyaniyek da.

Sefîn Dizeyî wiha got: “Di demekê de ku hevwelatiyên Herêma Kurdistanê ji bona pîrozkirina Cejna Newrozê û pêşwazîkirina sala nû ya Kurdî ber bi deşt, aqar û çiyayên Kurdistanê çû bûn, mixabin, spêdehiya roja pêncşemê ji encama bombebarana balefirên şerî yê Tirkiyeyê bo ser baregehên PKKê li devera Balakayetî 4 welatiyên Herêma Kurdistanê şehîd bûn.”

Dizeyî tevî hevderdî û hevxemiy sersaxî ji malbatên şehîdan re xwest û got: “Em dilgiraniya xwe li hember biarmancgirtina gund û avadaniyên Herêma Kurdistanê nîşan didin ku, mixabin, jiber nêzîkiya baregehên PKKê ji wan gund û avadaniyên wê deverê, hertim metirsî li ser wan deveran heye û ev çend care hevwelatî dibin qurbanî.”

Herwiha Berevdekê Hikûmeta Herêma Kurdistanê ragihand ku ew daxwazê ji PKKê dikin derdora gund û avadaniyan çol bike daku hevwelatî zêdetir nebin qurbanî.

Firokeyên şer ên Tirkiyê devera Balekayetî ya li sînorê qezaya Çomanê îro bombebaran kirin û di encamê de 4 welatiyên Kurd şehîd bûn.