Kurdistan Democratic Party

Renewal  .  Justice  .  Coexistence


 

Serok Barzanî: Dîmenên Efrînê dilê me dihejînin..Nabe rewşa Kerkûkê wisa berdewam bike

 

Hewlêr-KDP.info- Serokê Mesûd Barzanî bi helkefta cejna Newrozê peyamek belav kir, tê de Newroz pîroz kir û herwiha ragihand ku, ew dîmenên li Efrînê tên dîtin hinavên mirov dihejînin

Ev jî deqa peyama Serok Barzanî ye:

Bi helkefta serê sala nû ya Kurdî û cejna Newrozê, ez pîrozbahiyê li xelkê Kurdistanê dikim û hêviya xweşî û şahiyê ji hemûyan re dixwazim.

Herdem Newroz ji bo gelê Kurdistanê bi wateya azadîxwazî û destpêkeke nû ye. Xebata gelê Kurdistanê ji bo azadiyê ne mijareke nû ye, ji mêj ve heye û niha jî her berdewam e. Gelê Kurdistanê, ti carî di xebata xwe de, riya şer hilnebijartiye û tenê berevanî li xwe dikir û berevanî mafekî rewa ye. Di her dem û qonaxekê de, Kurdistan xwestiye bi aştî û dûrî tundiyê kêşeyan çareser bike û di her derfetekê de, destê aştiyê dirêj kiriye.

Derbarê referandumê jî, berî û piştî encamdana wê, çendîn caran me tekez kir, ku armanc aştî û nehiştina bingehîn ya kêşeyan e û em dixwazin bi aştî hemû kêşe bên çarekirin. Ev yek mafekî rewa ye û kes nikare vî mafî ji gelê Kurdistanê bistîne û divê axaftin tenê li ser çawaniya bicîkirina vî mafî be. Mixabin li navxwe jî, hin aliyên ku gellekî bendewarê referandumê bûn û rijd bûn li ser encamdana wê, piştre xwe ji berpirsatî û encam û karvedanên wê dûr dikin, ev yek di demekê de ye, ku referanduma gelê Kurdistanê netawan û nejî şaştî bû, lê ji encama zulm û nemana hevpariyê bû. Bê guman heger rêz li hevpariyê û destûrê hatiba girtin wê niha kêşe kêmtir bana û rewşa Iraqê baştir ba.

Aliyên Iraqî beramberî wî mafê rewa yê gelê Kurdistanê, di destpêkê de gellekî vekirî bûn û têgihiştina xwe ji bo armanca niyazên pak û aştiyane ya gelê Kurdistanê didan xuyakirin, lê mixabin beşek ji wan, dijatîkirina mafên rewa yên Kurdistanê ji bo meremên siyasî bikar anîn û bi dorpêç û fişaran bersiva dengê aştyane yê gelê me dan. Vê carê jî derket ku şer kêşeyan çare nake, ez bi hêvî me penda vê carê jî li gel ezmûn û pendên berê, wa li hemû aliyan bike ku bi diyalogê û aştiyê û jihevtêgihiştinê hemû pirsgirêk û kêşeya gelê Kurd li navçeyê çare bikin.

Ew rewşa li Kerkûkê û navçeyên din heye, ji encama xiyanet û sepandina hêzê çêbûye, ti carî çênabe, ku bibe defekto anku emirê waqih û pêwîst e di çarçoveya destûr û maddeya 140î de, rewşa wan navçeyan bê asayikirin û çarekirin û herwiha divê tedbîrên pêwîst beramberî wan destdirêjî û komkujiyan û mişextkirina xelkê bên stendin, ku di Cotmeha sala derbasbûyî de, li wan navçeyan û bi taybet li Xurmatû hatin kirin. Niha ew nêzîkbûna di nav Hikûmeta Herêmê û Hikûmeta Iraqê de heye karekî erênî ye û pêşwaziyê lê dikim û bi hêvî me diyalog berdewam be ji bo çarekirina kêşeyan.

Em bi başî ji dilgiraniyên dewletên hevsî tê digihêjin û mafê wan e ku di berjewendiyên xwe de bifikirin, lê sed salî ji karesat û qurbanîdan, divê ew jî wî mafî ji xelkê Kurdistanê re rewa bibînin ku nerîna xwe bide xuyakirin û divê ew yek jî ji her kesî re zelal bû be, ku ti carî gelê Kurdistanê şer û tundî hilnebijartiye, ku ti mifaya wan ji ti aliyekî re nebûye û nabe jî.

Di çend salên derbasbûyî de, li nav Herêma Kurdistanê, hin kes ji bo têkdana rewşê, hemû rê têst kirin û hemû li hemû deriyan dan û bi awayên cor bicor kelem derdixistin, lê tiştek bidest nexistin û bê guman jî, heger li ser wê rêbaza xwe ya bê mifa berdewam bin, di pêşerojê de jî tiştekî bi dest naxin. Bi hêvî me hemû alî li nav Kurdistanê ji wê yekê têgihiştibin ku çareseriya serekî ji bo misogerkirina mafên gelê me yekrêzî û kombûn li jêr sîwana berjewendiyên hevbeş û bilind yên gelê me ye, çareserî ew e ku hemû alî li nav Kurdistanê ji bo daxwaza gel li yekîtî û biratî û têkoşîna hevbeş vegerin.

Cihê mixabiniyeke mezin e ku Efrîn rastî şer û bûyerên nexweş hatiye û jiyan û dilxweşiya xelkê ket ber metirisiyê de. Ew dîmenên li Efrînê tên dîtin hinavên mirov dihejînin, şer di nav hêzên çekdar de tiştek e û sivkatîkirin bi jinan û zarokan û sîmbolên netewî yên miletan û kuştina welatiyên bê tawan tiştekî din e ku nemirovane ye û pêwîst e rê li wan reftarên nemirovane bê girtin. Bi hêvî me kuştin û mişextkirina xelkê bidawî bê û çareseriya serekî ew e ku kêşe bi aştî û riyên siyasî bên çarekirin. Bi hêvî me aliyên siyasî yên Kurdên Sûrya bi yekrêzî û riyên aştiyane û Kurdane karibin mafên xwe yên siyasî misoger bikin û hemû alî rêzê li mafên gelê Kurd li Sûrya bigrin.

Di dawiyê de, di vê helkefta niştimanî û netewî de, bi hêvî me rûpeleke nû ji bo yekrêziya aliyên siyasî yên Kurdistanê bê vekirin û hêviya xweşiyê ji bo hemû welatiyên Kurdistanê dixwazim û silavên taybet ji bo malbatên serbilind yên şehîdan û Pêşmergên qareman dişînim û Newroza we teva pîroz be.

Mesûd Barzanî

20ê Adara 2018an