Kurdistan Democratic Party

Renewal  .  Justice  .  Coexistence


 

Nêçîrvan Barzanî: Kurdistan li ber serkeftin û geşekirineke nû de ye

Hewlêr-KDP.info- Serokwezîrê Herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî bi helkevta cejna Newrozê peyameke pîrozbahiyê belav kir û têde ragihand, zêdebarî hemû şikestan, Kurd dê bi rihê Newrozî careke din weke berê rabin ser piyan û berdewamî bi xebata xwe ya rizgariyê bidin

Serokwezîr Nêçîrvan Barzanî di vê peyama xwe de pîrozbahiya cejna Newrozê û sala nû ya Kurdî li tevahiya kurdan ku li her aliyekê cîhanê bin, dike û dibêje: “Kurdistaniyên hêja, ez pîrozbahiya cejnê û silav û rêzên xwe pêşkêşî mezin û biçûkên gelê Kurdistanê dikim, pîrozbayî li hemû kurdekî/ê dikim, li her cihê dinyayê be û sala nû ya Kurdî li we hemûyan pîroz be.”

Tevahiya Peyama Serokwezîr Nêçîrvan Barzanî ya bo cenja Newrozê û sala nû ya Kurdî.

“Kurdistaniyên hêja, ez pîrozbahiya cejnê û silav û rêzên xwe pêşkêşî mezin û biçûkên gelê Kurdistanê dikim, pîrozbayî li hemû kurdekî/ê dikim, li her cihê dinyayê be û sala nû ya Kurdî li we hemûyan pîroz be.

Agirê Newrozê di dîrokê de sembol bûye ji bo rizgariyê, ku bav û bapîrên me û ji bo hemû kurdan armanca bi dirêjahiya temen e, ji ber wê serêvariya roja Newrozê û agirê geş ê wê ji bilî sembola rizgariyê, sembola rabûna piştî ketinê û nûkirina biryar û soz bûye ji bo berdewamîdana bi xebatê, xebatek ku ewqas canfîdayî û rondik û temenê ciwan jê re hatiye qurbanîkirin, em ên nivşên piştî wan, me xwe li ber tenê rêyekê dîtiye, ew jî berdewambûna heta serkevtinê ye.

Di Newrozê de rihê rabûnê, berxwedanê û destpêkirina berdewam a xebatê piştî şikestên herî giran jî, li cem xortên Kurd vejiyaye, Newroz salane bo hemû netewa Kurd û bo her takê Kurd destpêla bihêzbûnê û nûkirina îradeya serkevtinê ye, her wek çawan ku ji bo bav û bapîrên me sembola teslîmnebûnê û neketinê bûye, eger hindek caran jî ji ber nebalansiya terazûya hêzan em tûşî şikestê bûbin, lê belê bi rihekî Newrozî û bawerbûna bi xwe û serkevtinê, bi baweriyeke mezin di Nwrozê de dest dane xebatê.

Li vir ez dixwazim bêjim, dîroka Kurdistanê îro ji hemû deman zêdetir di jana ji dayibûneke nû de ye û bizava rizgarîxwaza Kurdistanê û desthilatdariya Kurdistanê jî gihîştiye qonaxeke wisa, ku nikare were jinavbirin, çimku ew desthilat berhema xebata pêşmerge û berxwedana xelkê Kurdistanê ye.

Birêzan..

Kurdistan li ser keviya karesatê nîne, weke ku hinek kes wisa bawer dikin, lê bi diyalogele tendirust a navxweyî û bi bi yekgirtinê em dikarin Kurdistanê gelek zêdetir nêzîkî pêşerojeke geştir bikin.

Herêma Kurdistanê ji ber şerê DAIŞê ji aliyekê ve, netifaqiya siyasî ya navxwe, li aliyekê din pirsgirêkên syasî li gel Bexdayê, herwiha ji ber pirsgirêka aborî li cîhanê, rastî gelek zehmetiyan hat û ji hemûyan jî nexweştir qutkirina bûdceya Herêma Kurdistanê ji destpêka sala 2014ê ji aliyê Bexdayê ve bû, ji hemûyan mezintir jî arîşeya aborî bûye, lê belê hez dikim we piştrast bikim, ku rewşa aborî dê vegere ser rewşa xwe ya asayî, bi hevkarî û xweragiriya we hemûyan, dê hemû tiştek asayî bibe. Ji nîveka dilê xwe ve jî hest bi xembariyê dikim, li hember êş û kulên xwe, ew rewşa aborî ya zehmet, ti guman têde nîne, ku dê derbas be.

Di vê rojê de, di roja Newrozê de, dilê me bo bîranîna wan qehremanan lêdide, ku canê xwe bo berevanî li Kurdistanê kirine qurbanî, silav li canê wan ê paqij, silav li hevjîn, zarok, dayik û bav û kesûkarên wan, ew herdem li gel me û di dilê me de dimînin. Silavên germ dişînim ji xwûşk û biryaên me yên Êzidî re ku di şerê DAIŞê de zêdetirîn qurbanî dan û mezintirîn êş kişandin, Şingal mil bi milê Helebce bûye taca serê dîroka tijî qurbanî ya gelê me. Rast e ku êş û kul û xemên me li Şingalê gelek kûr bûn, lê belê tekez ew êş û kul, hevêna rizgarî û paşerojeke geştir in bo Êzidyan û tevaiya gelê Kurdistanê.

Silavên germ û pîrozbahiya cejnê bo awareyên Kerkûk, Şingal, Mexmûr, Xaneqîn û navçeyên din û rûniştvanên navçeyên arîşedar, pîrozbahiya cejna bo Kurdên Feylî û Kakeyî û Şebek ku bêguman îro li gel gura Newrozê hesta wan a netewî ji hemû rojekê bilindtir e, cejna Newrozê li hemû wan penaberên Kurd pîroz dikim ku li Herêma Kurdistanê dijîn, hêvîdarim bikarin bi awayekê serbilind di pêşerojeke nêzîk de vegerin ser mal û halên xwe.

Silav li Tirkmen û Kirîstiyanên Kurdistanê, bi rastî pêkvejiyan û beşdariya wan di berevanîkirin û berxwedana li Kurdistanê de cihê rêz û pesndanê ye.

Silav li birayên Ereb ên ku li Herêma Kurdistanê nîştecih in, em di vê rojê de ji hemû pêkhateyên netewî û olî re dibêjin, weke herdem em rijd in li ser pêkvejiyaneke aştiyane û wekhev li Herêma Kurdistanê.

Di vê rojê de silav li pêşmergeyên qehreman ên Kurdistanê ku canê xwe danîne ser destê xwe bo berevaniya li axa pîroz a Kurdistanê, silav li hêzên asayiş û polîs û polîsê trafîkê û hemû hêzên navxwe û dezgehên ewlehiyê yên Kurdistanê, ku bi awayekê gelek serkevtî asayişa xelkê û aramiya Kurdistanê diparêzin.

Di vê derfetê de silavên xwe pêşkêşî gelê Iraqê yê bira dikim, bi giştî em ji wan re dibêjin, rewşa siyasî ya welat bi her awayekê be û pêwendiya navbera hikûmetan bi her şêweyekê be, em herdem her weke bira dimînin, Iraq xwedî samaneke mezin a xwezayî û miorvî ye, piştrast bin bi çareserkirina arîşeyên bingehîn ên siyasî û baştirkirina rewşa welat û rêvebirinê, Iraq ber bi geşbûneke baştir ve diçe ku li gorî bendewariya gelê Iraqê be.

Silavan dişînim bo hemû gelên cîran ên Kurdistanê, di vê helkevtê de dubare dikim, ku xebata Kurdistanê li Iraqê ti deman metirsî û gef nebûye bo ser ti welatekê, berovajî wê yekê, serkevtina gelê Kurdistanê li Iraqê tenê xweşiyê bo wan tîne, em peyama aştî û aramiyê didin hemû gelên navçeyê û em wan piştrast dikin, ku em sedema aramiyê ne bo navçeyê.

Di dawiyê de ez pîrozbahiya cejnê li hemû wan gelan dikim ku cejna Newrozê pîroz dikin, di cejna Newrozê de em rêz û pesna xwe bo hemû wan dewlet û gel û kesatiyan tînin ziman ku rêz li îrade û aramiya gelê Kurdistanê digrin, silavan dişînim bo wan konsulxane û rêxistinên ku di çend salên bihorî de bi Hikûmeta Herêma Kurdistanê re hevkar bûn.

Careke din cejna Newrozê û sersala nû ya Kurdî li hemû aliyan pîroz be, daxwaz li hemwelatiyan dikim di dema derketinê û seyranên xwe de jîngehê û paqijiyê û xwezaya Kurdistanê biparêzin, herwiha di ber silametiya xwe û derdora xwe de, rênimayiyên hatinûçûnê cîbicî bikin, dîsan cejna Newroza we hemûyan pîroz be û hêviya bêhnvedaneke aram ji we re dixwazim.”