Kurdistan Democratic Party

Renewal  .  Justice  .  Coexistence


 

Amerîka: Ji ber rewşa Efrînê em gelekî dilgiran in

 

Ajans-KDP.info- Wezareta Derve ya Amerîka di daxuyaniyekê de nîgeraniya xwe derbarê raportên li ser Efrînê hatine belavkirin, derbirî.

Di daxuyaniyê de hatiye ku li gor raportên di 48 demjimêrên dawî de hatine, piraniya xelkê Efrînê ku Kurd in di bin gefa artêşa Tirkiyê û çekdarên opozîsyona Sûriyê de neçar bûne koçber bibin û malên xwe bicih bihêlin û ev yek hiştiye rewşa mirovî gelekî xirab bibe.

Herwiha tê de hatiye: “Di demekê de ajansên ser bi Neteweyên Yekbûyî ve her bi xwe nîgeran in bi taybet jî ku behsa koçberbûna bi sedan hezar kesan dikin, ku pêwîstiya wan bi alîkariyên mirovî hene. Herwiha em jî gelekî ji wan raportên ku behsa talankirinê li nava bajarê Efrînê dikin, nîgeran in. Amerîka nîgeraniya xwe ya kûr ji berpirsên Tirkiyê re ragihandiye.”

Di beşeke din a daxuyaniyê de hat: “Daxwaz ji hemû aliyên pêwendîdar ên li bakurê Sûriyê dikin ji wan jî (Tirkiye, Sûriye û Rûsya) ku rê bidin rêxistinên mirovî û asankariyê ji wan re bikin, ji bo gihandina hevkariyan ji bo kesên ji mal û milkên xwe koçber bûne û herwiha rê jî ji kesên ku dixwazin vegerin malên re xweş bikin.

Di dawiyê de jî Wezareta Derve ya Amerîka daxwaz ji hemû aliyan kir, ku xema wan ya yekem gefa mezin be, ya ku DAIŞê dirust kiriye.