Kurdistan Democratic Party

Renewal  .  Justice  .  Coexistence


 

Kurdistan û Çîn têkiliyên xwe bihêztir dikin

Hewlêr-KDP.info- Serokwezîrê Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî pêşwaziya Balyozê Çînê li Iraqê kir û di wê hevdîtinê de herdû aliyan tekez kir li ser bihêztirkirina têkeliyên Kurdistan û Çînê de.

Îro 15-3-2018 Serokwezîrê Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî pêşwaziya balyozê Komara gel ya Çînê yê li Bexdayê Tshin Wi Chingh û şandeke pê re kir.

Di civînê de Tshin Wi Chingh serkeftin û qurbanîdana gelê Kurdistanê li dijî terorê bilind nirxand û piştgîriya welatê xwe bo diyaloga navbera Hewlêr û Bexdayê diyar kir û hêvî xwest ku tevahiya kêşeyên heyî li ser esasê destûra bingehîn ya Îraqê werin çareserkirin.

Tshin Wi Chingh herwiha tekez li ser berfiretir kirina têkiliyên welatê xwe yên li gel Kurdistanê di her warekî de bi taybetî di ware abûrî û bazirganî de kir û amadebûna welatê xwe bo handana kompaniyên Çînî boku li Kurdistanê kar bikin diyar kir.

Di beşeke din ya civîna han de Serokwezîrê Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî jî bi kurtî behsa qurbanîdana gelê Kurdistanê di şerê dijî terorê de pêşkêş kir û derbarê diyaloga navbera Hewlêr û Bexdayê de û herwiha vekirina balefirgehên Kurdistanê û şandina mûçeya karmendên du wezaretan de jî got: “Ew yek pêngaveke girînge û lazime tevahiya kêşeyên heyî bi rêya diyalogê û li ser esasê destûra bingehên ya Îraqê werin çareserkirin.”

Nêçîrvan Barzanî herwiha got: “Kurdistan gelek girîngî dide têkiliyên xwe yên li gel Çîn di tevahiya waran de û hikûmeta Kurdistanê jî amadeye her cure hevkarî û asankarî pêşkêşî ew kompaniyên Çînî yên ku dixwazên li Kurdistanê kar bikin, pêşkêş bike.”