Kurdistan Democratic Party

Renewal  .  Justice  .  Coexistence


 

NATO cihê “Hevpeymaniya Navdewletî” digre..Gelo berjewendiya Kurdan jê çi ye?

 

Hewlêr-KDP.info- Nûnerê Hikûmeta Herêma Kurdistanê li Fransa dibêje, girtina cihê Hevpeymaniya Navdewletî ya li dijî DAIŞê ji aliyê NATOyê ve ji Kurdan re pêngaveke baş e.

Heyveymaniya Navdewletî ya li dijî DAIŞê, ku sala 2014ê ji aliyê Amerîka ve hat avakirin û serokê wê demê yê Amerîka Barack Obama biryar li ser da, êdî karê wê bi dawî dibe.

Pêşniyareke Amerîka heye ku NATO şûna wê hevpeymaniyê bigre. NATO jî Amerîka serokatiya wê dike, ji bo ku bi wê riyê Fransa û Almanya û Brîtanya û welatên din li Iraq û Sûriyê bimînin.

Dr. Elî Dolemerî Nûnerê Hikûmeta Herêma Kurdistanê li Fransa derbarê wê yekê de ji malpera KDP.info re axivî û wiha got: “Fransa niha roleke girîng di Yekîtiya Ewropa de dibîne û welatekî dostê Kurdan e. Bihêzbûna pêgeha Fransa dikeve berjewendiya Kurdistanê de. Fransa nîşan da ku tekane welat e ku pişta Kurdan digre, wek me dît çawa di demên dijwar de pişta Kurdan girt. Fransa bi eşkere ji Kurdan re dibêje hûn dostê me ne.”

Dolemerî ragihand: “Eger NATO jî cihê Hevpeymaniya Navdewletî bigre, dê rewş ji bo berjewendiya Kurdan bê guhertin, ji ber ku Fransa û Almanya endamê sereke yên NATO ne û ew dostê Kurdan e û ev yek dikeve xizmeta Kurdistanê. Herwiha bi baweriya min dê pêgeha NATO li Hewlêrê be ne li Bexdayê.”