Kurdistan Democratic Party

Renewal  .  Justice  .  Coexistence


 

Çîn: Em dixwazin pêwendiyên xwe ligel Kurdistanê berfirehtir bikin

Hewlêr-KDP.info- Balyozê Çînî li Bexdayê Çîn Wîtçîng ragihand ku welatê wî dixwaze ji aliyê aborî û kultûrî pêwendiyên xwe ligel Herêma Kurdistanê berfirehtir bike.

Şêwirmendê Encûmena Ewlehiya Herêma Kurdistanê Mesrûr Barzanî pêşwazî li Balyozê Çînî li Bexdayê Çîn Wîtçîng û şanda ligel wî kir.

Di wê civînê de, behsa rewşa navçeyê û pêwendiyên di navbera Çînê û Herêma Kurdistan de û tedbîrên pêşxistina wan pêwendiyan kirin.

Balyozê Çînî pesnê rola Herêma Kurdistanê da, di warê şerê li dijî terorê de û got: "Herêma Kurdistanê di warê peydakirina aramî û ewlekariyê de serketî bû û ev yek rê vedike ku Herêma Kurdistanê di hemû warên din de jî pêşketinên bêtir bidest xwe ve bîne".

Herwiha Balyozê Çînê diyar kir, ku welatê wî dixwaze di warê aborî û kultûrî de, pêwendiyên firehtir ligel Herêma Kurdistan bike.

Ji aliyê xwe ve, Mesrûr Barzanî xwesteka Herêma Kurdistanê jî ji bo firehkirina pêwendiyan li gel welatê Çînê da xuyakirin û got: "Pêgeheke bihêz ya Komara Millî Çînî li ser astê navdewletî heye û em dixwazin wê pêgeha xwe ji bo çarekirina kêşeyên deverê û bihêzkirina aramiyê li navçeyê bikar bîne".