Kurdistan Democratic Party

Renewal  .  Justice  .  Coexistence


 

Nêçîrvan Barzanî: Vekirina balafirxaneyan pêngaveke giring e

Hewlêr-KDP.info- Serokwezîrê Herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî ragihand ku piştî derxistina biryara rakirina dorpêça li ser balafirxaneyan, li bendê ne ku hikûmeta Iraqê mûçeyên beşek ji fermanberan bişîne. Herwiha naveroka peywendiya telefonî ya ligel Ebadî jî eşkere kir.

Piştî derxistina biryara rakirina dorpêça li ser balafirxaneyên Kurdistanê ji aliyê Heyder Ebadî ve û vegerandina yasaya butçeyê bo parlementoya Iraqê ji aliyê Fuad Mehsûm ve, Serokwezîrê Herêma Kurdistanê îro sêşemê 13ê Adara 2018an li Hewlêrê civîneke çapemeniyê pêk anî.

Serokwezîr Nêçîrvan Barzanî diyar kir ku şeva borî peywendiyeke telefonî ligel Ebadî encam daye û tê de Serokwezîrê Iraqê Heyder Ebadî tekezî li vekirina balafirxaneyan û şandina mûçeyên beşek ji fermanberan kiriye. Ev duyem peywendiya telefonî ye ku Nêçîrvan Barzanî û Heyder Ebadî di nav hefteyekê de encam dan.

Nêçîrvan Barzanî diyar kir: “Piştî peywendiya telefonî, Ebadî îro bi xwe di civînê de ligel şanda Herêma Kurdistanê li Bexdayê tekez kiriye ku mûçeyên beşek ji fermanberan dê bişînin. Em hêvî dikin ev pirsgirêk werin çareserkirin û em li bendê ne.”

Serokwezîr Barzanî spasiya biryarên Ebadî kir û got: “Em pêşwazî li pêngava Ebadî dikin û spas dikin, biryara vekirina balafirxaneyên Kurdistanê pêngaveke giring e û em hêvîdar in destûrê Iraqê arîşeyên din jî mîna mûçeyên fermanberanm çareser bike, çareseriya pirsgirêkan ji pêngava yekem dest pê dike, li gor min çareserkirina van du pirsgirêkan pêngavên giring in û cihê destxweşî û spasiyê ne. Ez bawer im eger em bi vê ruhiyetê bixebitin, dikarin pirsgirêkan çareser bikin.”

Derbarê navçeyên Kurdistanî yên madeya 140 jî, Nêçîrvan Barzanî got ku rewşa wan navçeyan jî dê li gorî destûrê Iraqê çareser bibin û ji bo wan navçeyan em ligel Bexdayê axivîne û em pêşbînî nakin ku rewa wan bi mehek û 2 mehan çareser bibe, lê gav bi gav dê hemû arîşe çareser bibin.