Kurdistan Democratic Party

Renewal  .  Justice  .  Coexistence


 

Tawanên Heşda Şeibî li Kerkûkê berdewam in..Kurdan direvînin

Hewlêr-KDP.info- Tawanên Heşda Şeibî û artêşa Iraqê li Kerkûkê berdewam in, ku li taxên Kurdên hatine belavkirin û êrîş dikin ser malên wan û ciwan û zilaman digrin.

Li gorî çavkaniyekê li wî bajêrî ku hatiye dagîrkirin, ev çend roj in ku çekdarên Heşda Şeibî û artêşa Iraqê li taxên Kurdan hatine belvkirin û êrîş dikin ser malên Kurdan, ku duhî 2 welatiyên Kurd ên Kakeyî revandin.

Heman çavkaniyê ji malpera KDP.info re ragihand, ew herdû kesên ku duhî hatin girtin, bav û kurê xwe bûn û navê bav Cebar Kakeyî û navê kur Ehmed Cebar e. Tawana wan jî ew e ku kurekî Cebar Kakeyî bi navê Elî Cebar, endamê asayişa Kurdistanê ye.

Li gorî wê çavkaniyê, piştî 16 Cotmeha 2017ê Kurd li wî bajêrî di nava tirseke mezin de dijîn û ew Ereb û Turkmanên ku ji Kurdan hez nakin, bi kêfa xwe tohmetan dixin hustê Kurdan û Heşda Şeibî jî wan digre.