Kurdistan Democratic Party

Renewal  .  Justice  .  Coexistence


 

Ji ber PKKê bi sedan gundên Başûr bê avedanî mane

Hewlêr-KDP.info- Tirkiye li ser sînorê Herêma Kurdistanê ji ber hebûna PKKê dest bi tevgerê kiriye û Qayimeqamê Soran jî dibêje, ji ber PKKê bi sedan gundên ser sînor bê ximet mane, herwiha li sînorê Amîdiyê termê ciwanekî hatiye dîtin ku malbata wî dibêje PKKê ew kuştiye.

Qayimeqamê Soran Kirmanc Îzet ji malpera KDP.info re ragihand: “Ev nêzîkî mehekê ye ku Artêşa Tirkiyê li ser sînorê Herêma Kurdistanê hêzên xwe xistiye tevgerê û nêzîkî 5 kîlometran di nava axa Herêma Kurdistanê derbas bûne nahiyeya Sîdekan, ku ew navçeyên ku Tirkiye tê de pêşde hatiye, rast e navçeyên Herêma Kurdistanê ne lê di bin kontrola PKKê de ne û salane operasyon tê de tên kirin.”

Beriya 2 rojan li nahiyeya Şêladizê termê ciwanekî hat dîtin û malbata wî ciwanî dibêje ew ciwan ji aliyê PKKê ve hatiye kuştin.

Berdevkê Polîsê Parêzgeha Dihokê Hêmin Silêman ji malpera KDP.info re ragihand: “Ew ciwan beriya 2 rojan termê wî li ser çiyayê Korejar ê nêzîkî Şêladizê hat dîtin û bo pizîşkê dadê hat şandin. Gelek haletên bi vî awayî li wê navçeya bi destê PKKê tên tomarkirin.”

Qayimeqamê Soran jî PKKê bi wê yekê tometbar dike ku destê xwe daniye ser gundên Herêma Kurdistanê û di buharê de jî rê nade xelkê resen ku herin ser rezên xwe û rê jî nade ku ew gund bên avedankirin, ku destê xwe danîne ser wan gundan û nahêlin xelk herin ser gundên bav û kalê xwe.