Kurdistan Democratic Party

Renewal  .  Justice  .  Coexistence


 

Berpirsê PDKê li Kerkûkê: Dagîrkeriya Kerkûkê berdewam nabe

Kerkûk-KDP.info- Berpirsê Encûmena Serkirdatiya PDKê li Kerkûk – Germiyan Selah Delo ragihand ku ti serdemekê wek niha rewşa Kerkûkê xerab nebûye, lê ew rewş berdewam nake û dê bê guhertin.

Selah Delo ji malpera KDP.info re ragihand: “Ji destpêka dagîrkirina Kerkûkê û heta niha rewşa wî bajêrî ji aliyê ewlehê ve aloz e û Hikûmeta Iraqê nikare rewşa Kerkûkê kontrol bike, lewma jî niha rewş li Kerkûkê pir xerab e. Pêdviya wî bajêrî bi Kurdan heye, ji ber ku bi şev û roj xelk li Kerkûkê tên kuştin û revandin. Ti serdemekê wek niha rewşa Kerkûkê xerab nebûye.”

Delo wiha got: “Rewşa xerab a ku niha li Kerkûkê heye qet nayê qebûlkirin. Em xelkê Kerkûkê piştrast dikin ku rewşa wan dê baş bibe û ev rewşa xerab berdewam nake, lê hinek dem jê re divê ji bo ku normal bibe. Beriya her tiştî jî pêwîst e aliyên Kurdistanî bibin yek û em piştrast in dê ev dagîrkeriya Kerkûkê berdewam nebe.”