Kurdistan Democratic Party

Renewal  .  Justice  .  Coexistence


 

Çavdêrekî siyasî: Bila êdî Kurd behsa mûçe ligel Ebadî nekin

Hewlêr-KDP.info- Çavdêrê siyasî Xalid Ehmed Doskî dibêje, bila êdî Kurd behsa mûçe ligel Ebadî nekin ji ber ku Hikûmeta Iraqê ji ber sedemên siyasî wan arîşeyan derdixe.

Hin zanyarî hene ku Dr. Berhem Salih pêwendî ligel Serokwezîrê Iraqê kiriye ji bo mûçeyên fermanberên Kurdistanê, lê qet behsa dagîrkirina Kerkûkê û navçeyên din ên Kurdistanî nekiriye.

Çavdêrên siyasî ji Berhem Salih dipirsin, çima ti carekê ji Ebadî pirsa wan hemû binpêkirinên Bexdayê li dijî Kurdistanê nake?.

Xalid Ehmed Doskî derbarê vê pirsê ji malpera KDP.info re axivî û wiha got: “Pêwendiyên Berhem Salih ligel Bexdayê ji bo mûçeyên fermanberan, tenê ji bo xapandina xelkê Kurdistanê ye, ji ber ku ew arîşe siyasî ne û ji siyaseta qebûlnekirina Kurdan e, ku rê nadin Kurd bighên mafên xwe yên rewa, lewma jî em dibînin ku ew hewl ji Berhem Salih ji bo berjewendiyên siyasî û ji bo prpagenda hilbijartinan e. Salh baş dizane bi nebûna yekîtiyê di nava Kurdan de çi ziyan gihîştiye Kurdistanê, lê hêj ew bûye sedema avanebûna lîsteke yekgirtî di nava Kurdan de.”

Li gorî çavdêran, divê êdî mûçe nebe mijara axaftinan ligel Ebadî. Eger Berhem Salih ji bo bi destanîna kursiyê serokmarê Iraqê wan pêwendiyan dike, bila baş zanibe ku Kurd xwedî ezmûneke tehl in ligel serokmarê Iraqê û êdî Kurd dengê xwe nadin kursiyekî vala.

Doskî ragihand: “Berhem Salih rojane pêwendiyê ligel Ebadî dike û Ebadî jî pê dişêwir e ku çawa Herêma Kurdistanê radestî Bexdayê bikin û rola hêzên niştimanî yên Kurdistanê nemîne. Haya xelkê Kurdistanê baş ji wan helwêst û pêngavan heye, ku dê serê xwediyê xwe bixwin. 3 salan Pêşmerge şerê DAIŞê kirin, lê me Berhem Salih nedît. Qet behsa dagîrkirina Kerkûk û navçeyên din ên Kurdistanê nake.”

Wî çavdêrê siyasî wiha doamnd: “Berhem Salih nikarî di nava YNKê de roleke baş bibîne û xelkê YNKê bihêvî bike, lê niha dixwaze li Bexdayê rolekê bibîne, lê bêguman bê piştgiriya hemû aliyan dê nikaribe tiştekî bidest bixe.”