Kurdistan Democratic Party

Renewal  .  Justice  .  Coexistence


 

Mîranî bo HAK-PAR: Em li her derî piştevan in ji birayên xwe yên Kurd re

Hewlêr-KDP.info- Sekreterê Polîtburoya PDKê Fazil Mîranî pêşwazî li şandeke Partiya HAK-PAR a Bakurê Kurdistanê kir û di wê hevdîtinê de ragihand ku welatên mezin li gorî berjewendiyên xwe li daxwazên Kurdan dinerin.

Îro li avahiya Polîtburoya PDKê Fazil Mîranî pêşwazî li şandeke Partiya Maf û Azadiyan HAK-PAR kir ku bi serokatiya Cîgirê Serokê HAK-PAR Ceifer Stêr û berpirsên wê partiyê Arif Sevînc û Fazil Taşkan û Zana Sezen, bû.

Di wê hevdîtinê de, jibilî bixêrhatina şanda mêvan, Mîranî kêfxweşiya xwe nîşan da bi wê hevdîtinê û pesnê rola HAK-PAR da di pirsên neteweyî de, Mîranî pêwendiyên di navbera PDK û HAK-PAR de bi girîng û bihêz da zanîn.

Di wê hevdîtinê de behsa pirsên girîng ên navçeyê û Iraqê bi giştî û Herêma Kurdistanê bi taybet, hatin kirin û herdû alî li ser pêşhatên dawî yên siyasî û ewlehî sekinîn.

Fazil Mîranî tekez kir ku miletê Kurd tevî wan hemû êş û azarên ku bi dirêjahiya dîrokê dîtiye, lê berdewam helgirî peyama aştî û azadiyê bû ji bo gehîştin bi mafên rewa ên xwe bi rêya diyalog û dostayetî û pêkvejiyanê.

Sekreterê Polîtburoya PDKê wiha got: “Em piştevaniyê li birayên xwe yên Kurd dikin li her derekê bin û em alîkariya wan dikin ji bo xebata demokrasî û medenî di nava parlamentoyê de û bi rêya aştiyê. Em miletek in ku dîrok û cografya xedreke mezin li me kirine û welatên mezin jî li gorî berjewendiya xwe li daxwazên me dinerin. Niha navçe di qonaxeke pir hestiyar re derbas dibe û divê em bi eqlaniyet û bi lojîk kar bikin.”

Şanda HAK-PAR spasiya Polîtburoya PDKê kir li ser wê pêşwaziyê û piştevaniya partiya xwe bi awayekî berdewam ji bo Başûrê Kurdistanê nîşan dan. Herwiha ragihand ku gelê Kurd wek hemû gelên cîhanê têkoşînê dike ji bo bidestxistina mafên xwe yên rewa bi rêyên demokratîk û bi xebata medenî û demokrasî.