Kurdistan Democratic Party

Renewal  .  Justice  .  Coexistence


 

“Divê heta 15 rojan qayimeqamê Şingalê vegere ser karê xwe”

Şingal-KDP.info- Qayimeqamê Şingalê dibêje, Encûmena Parêzgeha Mûsilê mohleta 15 rojan daye parêzgarê Mûsilê ku karê pêwîst bike ji bo vegera îdareya rewa ya Şingalê bo ser karê xwe.

Qayimeqamê Şingalî Mehma Xelîl ji malpera KDP.info re ragihand: “Encûmena Parêzgeha Mûsilê li ser daxwaza xelk û îdareya Şingalê civîna xwe ya hejmare 69 û bi amadebûna 27 endaman lidar xist û çendîn biryar derbarê Şingalê hatin derxistin. Ew jî mîna, ew hêzên ku çûne ser îdareya Şingalê nerewa û neyasayî ne, ku biryar hat dan di nava 15 rojan îdareya rewa ku em in, vegere ser karê xwe û herwiha ew hêzên ku nerewa ne karên yasayî bi wan re bên kirin û rewşa Şingalê bê aramkirin ji bo ku koçber vegerin ser mal û warê xwe. Herwiha pêwîst e rêya Sihêle û Zûmar û Rebîe û Şingalê ligel Herêma Kurdistanê bên vekirin.”

Xelîl wiha got: “Me serdana parêzgarê Mûsilê jî kir ji bo cîbicîkirina biryarên Encûmena Parêzgehê, ji bo ku rewatî vegere bo Şingalê. Parêzgar jî têgehiştineke wî ya baş hebû ji bo cîbicîkirina wan biryaran di nava dema ku hatiye diyarkirin.”