Kurdistan Democratic Party

Renewal  .  Justice  .  Coexistence


 

Nêçîrvan Barzanî û Balyozê Amerîkayê çend mijar gotûbêj kirin

 

Hewlêr-KDP.info- Serokwezîrê Herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî pêşwazî li Balyozê Amerîkayê yê li Iraqê Douglas Silliman û şanda ligel wî kir.

Êvara Çarşemê (07-03-2018) Serokwezîr Nêçîrvan Barzanî û Douglas Silliman hevdîtinek pêk anîn ku Cîgirê Serokwezîr Qubad Talebanî jî di beşeke hevdîtinê de amade bû.

Di hevdîtinê de geşedanên herî dawî ya pêvajoya diyaloga navbera Hewlêr û Bexdayê, mijara hilbijartinên Iraq û Herêma Kurdistanê, Konferansa Navdewletî ya Avakirina Iraqê ya li Kuwêtê, plana avakirin û teşwîqa sektora taybet ji bo beşdariya vê pêvajoyê hat gotûbêjkirin.

Herwiha di beşeke din a hevdîtinê de li ser sedemên ku dibin faktora çalakbûna zêdetir û pêşvebirina aboriyê li Iraqê, hêsankariya ji bo pêvajoya avakirinê û rêxweşkirina li ber veberhêner û kompaniyên biyanî bo pêvajoya avakirinê axivîn.

Gotûbêjkirina çend mijarên din ên li ser herêm, Iraq û Herêma Kurdistanê û qonaxa piştî DAIŞê, beşeke din a hevdîtinê bû.