Kurdistan Democratic Party

Renewal  .  Justice  .  Coexistence


 

“Jiyan ligel Bexda nemîne, emê vegerin referandumê”

 

Hewlêr-KDP.info- Çavdêrê siyasî Ebûbekir Karwanî dibêje, Bexda ji dil naxwaze arîşeyên ligel Kurdistanê çareser bike, lewma eger em negihîştin ti encamekê pêwîst e Kurd bi yek nêrîn û bi şêwir ligel welatên herêmî biryarekê derbarê vê rewşê bidin û vegerin bo referanduma ku 25 Îlonê hat kirin.

Hikûmeta Herêma Kurdistanê bi hemû awayekî razî bûye ku di çarçoveya destûrê Iraqê de arîşeyên wê ligel Bexdayê bên çareserkirin, lê heta niha Bexda razî nabûye wan arîşeyan çareser bike, ku soza didin û bicîh nakin.

Derbarê vê rewşê de, Çavdêrê siyasî Ebûbekir Karwanî ji malpera KDP.info re ragihand: “Pêwîst e Kurd bijardeyên xwe bixe ser maseya gotûbêjan a ligel Bexdayê, ku eger me dît jiyan ligel Bexdayê namîne, nûkirina referanduma 25ê Îlonê bijardeyeke girîng e di destê Kurdan de li hemberî Bexdayê û em kar pê bikin.”

Karwanî wiha got: “Parlamento û dezgeh û partiyên Herêma Kurdistanê hene, dikarin bicivin û biryarekê bidin û wê biryarê bighînin welatên herêmî jî. Em her gavê dikarin kaxeza referandumê bikar bînin û pê ji Iraqê cuda bibin.”

Wî çavdêrê siyasî wiha got: “Heta niha Bexda naxweze arîşeyan çareser bike. Hinek dibêjin ji ber hilbijartinan e, lê beşek jê ji ber hizra siyasî ya Iraqê ye li hemberî Herêma Kurdistanê.”