Kurdistan Democratic Party

Renewal  .  Justice  .  Coexistence


 

Bi wêne.. Welatiyên Kurdistanê serdana mezarên nemiran kirin

Barzan-KDP.info- Ji bo salvegera koça dawî ya Barzaniyê Nemir, îro bi hezaran welatiyên Başûrê Kurdistanê û yên perçeyên din ên Kurdistanê serdana mezarê nemiran kirin.

Hersal roja 1ê Adarê Kurd ji herçar perçeyên Kurdistanê serdana rêberê tevgera rizgarîxwaz a gelê Kurd dikin, ku îro jî bi hezaran welatî ji çînên cuda yên Kurdistanê ji bo nûkirina soz û peymana xwe ji bo rêbaza pîroz a Barzanî, serdana mezarê nemiran kirin û tacên gulan danîn ser mezarê nemiran.

Hejmareke mezin ji wan kesên ku hersal serdana devera Barzan dikin di vê rojê de, xelkê perçeyên din ên Kurdistanê ne, îsal jî gelek ji wan serdana mezarê nemiran kirin.

Hinek ji wan welatiyên Kurdistanê yên ku hatibûn ser mezarê Barzaniyê Nemir û Îdrîsê her sax, bi meşê hatibûn.