Kurdistan Democratic Party

Renewal  .  Justice  .  Coexistence


 

Wezareta Pêşmerge: Merca me vegera Pêşmerge ye ji bo Kerkûkê

 

Hewlêr-KDP.info- Berpirsekî Wezareta Pêşmerge ragihand ku hewlek mezin heye ji aliyê Hevpeymaniya Navdewletî ji bo avakirina odeyeke hevbeş di navbera Hêzên Pêşmerge û artêşa Iraqê de û got jî ku merca wan ji bo beşdariya di wê odeyê de vegera Hêzên Pêşmerge ye ji bo Kerkûkê.

Lîwa Qareman Şêx Kemal Cîgirê Serfermandarê Pêşmerge ji malpera KDP.info re ragihand: Hevpeymaniya Navdewletî hewl dide ku odeyeke hevbeş li Kerkûkê ji Hêzên Pêşmerge û artêşa Iraqê re ava bike, ku herdû alî bi hevbeşî birêve bibin, lê heta niha em ji wê yekê nehatine agahdarkirin.”

Wî berpirsê Wezareta Pêşmerge wiha got: “Dema ku ev daxwazî ji me hat kirin emê binerxînin û mercê me heye ku bi avakirina wê odeyê Hêzên Pêşmerge jî vegerin Kerkûkê. Wek çawa hêzên Iraqê li Kerkûkê hene, pêwîst e Hêzên Pêşmerge jî herin Kerkûkê û bi bawriya me heta Pêşmege venegerin Kerkûkê rewşa ewlehiyê li wir baş nabe, ji ber ku ew hêz nikarin rewşê kontrol bikin, lewma jî em dibînin ku tiştekî baş e eger odeya hevbeş û hêzên hevbeş li Kerkûkê hebin.”