Kurdistan Democratic Party

Renewal  .  Justice  .  Coexistence


 

Parlamenterê PDKê yê ku çûbû Efrînê: Emê peyama Efrînê bighînin welatên cîhanê

 

Hewlêr-KDP.info- Nûnerê PDKê di şanda Parlamentoya Kurdistanê de ya ku çûbû Efrînê, Elî Halo ragihand ku wan dest bi serdana nûnerên welatên cîhanê yên li Kurdistanê kirine, ji bo ku peyama Efrînê bighînin wan û ew jî alîkariya wî bajêrî bikin, “bersiva wan erênî bû.”

Beriya çend rojan şandeke Parlamentoya Kurdistanê serdana Efrînê kir ji bo piştgiriya Başûrê Kurdistanê ji bo wî bajêrî.

Nûnerê PDKê di nava wê şandê de Elî Halo ji malpera KDP.info re ragihand: “Piştî vegera me ji bajarê Efrînê me raportek li ser rewşa wê amade kir û emê serdana nûnerên welatan li Herêma Kurdistanê bikin ji bo ku em peyama Efrînê bighînin wan. Di serî de me dest bi serdana konsulxaneya Almanya û Rûsya kir, ku di wan serdanan de em daxwaza alîkariyê ji bo Efrînê dikin.”

Halo wiha got: “Jibilî konsulxaneyan me serdana Xaça Sor a Navdewletî jî kir û me ji bo Efrînê alîkariyê kir. Biryar e hefteya bê em serdana nûneratiyên welatên din jî bikin.”