Kurdistan Democratic Party

Renewal  .  Justice  .  Coexistence


 

Mesrûr Barzanî dê li Amerîka ligel berpirsên Koşka Spî bicive

 

Hewlêr-KDP.info- Şêwirmendê Encûmena Asayişa Herêma Kurdistanê Mesrûr Barzanî bi serdanekê gihişt Amerîka û biryar e di wê serdanê de bi hejmarek ji berpirsên pilebilind ên wî welatî re bicive.
Di çarçova serdanekê ji Washingtonê re, biryar e Şêwirmendê Encûmena Asayişa Herêma Kurdistanê bi hejmarek ji berpirsên pilebilind ên Koşka Spî û Kongressa wî welatî re bicive û behsa pêwendiyên di navbera Herêma Kurdistanê û Amerîka û pirsgirêkên di navbera Hewlêr û Bexdayê de bike.

Serdana Mesrûr Barzanî piştî beşdariya wî di çarçova şandeke bilind a Herêma Kurdistanê de di Konferansa Asayişa Cîhanê li Munchenê tê, ku roja 16 û heta 18ê vê mehê li Almanyayê bi rê ve çûbû.

Di perawîza 54emîn Konferansa Asayişa Munchenê de, her yek ji Serokwezîrê Herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî û Şêwirmendê Encûmena Asayişa Herêma Kurdistanê Mesrûr Barzanî beşdar bûbûn.

Mesrûr Barzanî li hejmara xwe ya taybet di tûra civakî “Twitter” belav kiribû, di perawîza konferansê de ligel berpirsên bilind ên dezgehên hewalgîriyê yên çendîn welatan civiyabû û behsa qonaxa dahatû ya navçê û Herêma Kurdistanê kiribûn.