Kurdistan Democratic Party

Renewal  .  Justice  .  Coexistence


 

Serok Barzanî û şanda ENKSê rewşa Efrînê gotûbêj kirin

Hewlêr-KDP.info- Serok Mesûd Barzanî, li Selaheddîn pêşwazî li Desteya Serokatiya Encûmena Niştimanî ya Kurdî li Sûrya (ENKS) kir û di wê civînê de rewşa Efrînê hat gotûbêjkirin.

Di civînê de pêşhatên dawî yên siyasî û emnî yên Rojavayê Kurdistanê û bajarê Efrînê hatin gotûbêjkirin û derbarê pêşeroja rojhilatê çemê Firatê û hevkêşeyên serbazî û siyasî li wê deverê jî gotûbêj kirin.

Her di wê civînê de şanda mêvan kurteyek derbarê pêwendiyên wan li gel hêzên siyasî li Rojavayê Kurdistanê û aliyên Sûrî û çalakiyên siyasî yên Encûmena Niştimanî Kurdî li Sûrya, ji Serok Barzanî re pêşan dan.

Ji aliyê xwe ve Serok Barzanî di gotina xwe de bal kişand ser pêşeroj û astengiyên li pêşya gelê Kurd li Sûrya û nerînên xwe derbarê rewşa Rojavayê Kurdistanê ji şanda mêvan re da xuyakirin.