Kurdistan Democratic Party

Renewal  .  Justice  .  Coexistence


 

Hêzên Sûriyê derbasî Efrînê bûn

Ajans-KDP.info- Hêzên ser bi hikûmeta Sûriyê ve ku bi Hêzên Gel an jî Hêzên Şeibî tên naskirin, derbasî herêma Efrînê ya Rojavayê Kurdistanê bûn. Derbasbûna wan hêzan piştî rêkevtina navbera YPGê û hikûmeta Sûriyê hat.

Li gorî nûçeya Reutersê, karwaneke hêzên Heşda Şeibî yên girêdayî Artêşa Sûriyê îro Sêşemiyê ji Helebê ve derbasî nav herêma Efrînê bûn.

Derbasbûna hêzên girêdayî hikûmeta Sûriyê bo nava Efrînê di çarçoveya rêkevtina navbera Yekîneyên Parastina Gel (YPG) û hikûmeta Sûriyê de ye. Herwiha piştî wê yekê hat ku artêşa Tirkiyê û hêzên opozisyona Sûriyê mehekê bi balafir û topxaneyan li Efrînê dan û hejmareke mezin ji welatiyên sivîl bûn qurbanî.