Kurdistan Democratic Party

Renewal  .  Justice  .  Coexistence


 

Rewşa Kerkûkê xerab e..Hejmara tawanan zêde bûye

Kerkûk-KDP.info- Piştî dagîrkirina Kerkûk û navçeyên Kurdistanî ji aliyê hêzên Iraqê û hêzên Heşda Şeibî ve, êdî rewşa Kerkûkê pir xerab bûye û wek welatiyên wî bajêrî dibêjin, hejmara tawanan zêde bûye.

Seîd, ku yek ji welatiyên Kerkûkê ye, ji malpera KDP.info re ragihand: “Jiyana me nemaye û em di nava tirsê de dijîn. Her kesekî Ereb yan Turkman eger hez ji kesekî Kurd neke, tometekê dixe hustê wî de û dibêje ew Kurd endamê asayişa Kurdistanê ye, hêzên artêşa Iraqê û çekdarên Heşda Şeibî jî wî digrin.”

Hevdem, çavkaniyeke ewlehî ji Kerkûkê, ku nexwest navê wî bê aşkerekirin, ji malpera KDP.info re ragihand: “Piştî 16ê Cotmehê, êdî rêjeya kuştin û dijîn û girtina ser malan zêde bûye. Tenê di nava vê mehê de 12 welatiyên Kurd hatine kuştin, ku yek ji wan endamê asayişa PDKê bû û kurê hunermedê navdar ê Kerkûkê hesen Xerîb bûye û şeva 17ê vê mehê li pêşiya mala xwe hatiye şehîdkirin.”

Li gorî wan çavkaniyan, yek din ji karên kirêt ên wan hêzên li Kerkûkê, stendina bacê ji welatiyên Kurd, ku gefa kuştinê li wan dikin eger pereyan nedin wan.

Herwiha li Kerkûkê diyardeya dizîna otomobîlan jî yek ji tawanên wan hêzan e, ku otomobîlên baş û buha didizin û dibin naverast û başûrê Iraqê û li wir difroş in.