Kurdistan Democratic Party

Renewal  .  Justice  .  Coexistence


 

Lavrov: Em piştgîriya mafên Kurdan li Sûriyê dikin..Em dijî şerê Efrînê ne

Hewlêr-KDP.info- Wezîrê Derve yê Rûsyayê Sergey Lavrov ragihand ku, helwêsta wan li hemberî Kurdan nehatiye guhertin û ew bi temamî piştgiriya mafên Kurdan yên destûrî dikin. Herwiha da zanîn ku ew li dijî şerê Efrînê ne.

Li Moskowa paytexta Rûsyayê konferansek derbarê Rojhilata Navîn û rola Rûsyayê li Rojhilata Navîn tê sazkirin. Pirsa Kurd yek ji mijarên konferansê ye.

Di roja yekem a konferansê de Wezîrê Derve yê Rûsyayê Sergey Lavrovgotarek pêşkêş kir û got: “Hinek alî dixwazin Kurdan jib o berjewendiya xwe bikar bînin lê pêwendiya wan aliyan bi berjewendiyên Kurdan re tine ye û ew bi berjewendiyên Kurdan dilîzin.”

Sergey Lavrov wiha axifî: “Me çendîn caran ragihand , helwêsta me wek presib nehetiye guhartin, em bi temamamî piştgirya mafên Kurdan ên destûrî dikin. Dîrokek gelek kevin a gelê Kurdan heye. Divê gelê Kurd di nava çand, dîrok û xwe de bijî. Lê di hema demê de,em wê yeke rast nabînin ku aliyek daxwazên Kurdan ji bo berjewendiyên xwe yên jeopolîtîkî bikar bîne ku ti peywendiya wan bi berjewendiyên Kurdan re tune ye.”

Lavrov diyar kir ku ji bo ku rewşa Efrînê aram bibe di navbera artêşa Rûsyayê ,berpirsên hikûmeta Sûriyê û berpirsên Kurdan de hevdîtin têne kirin û wiha pê de çû: “Mixabin di wê rewşê de pirsgirêkên Kurdan xwe dubare kir, lê  niha em careke din çavderiya wê yekê dikin ku hinek dixwazin Kurdan di nava lîstikê de bikar bînin, lê ti peywendiyên wan bi berjewendiyên Kurdan re nîne.”