Kurdistan Democratic Party

Renewal  .  Justice  .  Coexistence


 

Nêçîrvan Barzanî: Bila gelê Efrînê zêdetir ziyanan nebîne

 

Munich-KDP.info- Serokwezîrê Herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî ragihand, ku mijara Efrînê mijareke aloz e û pir alî ye û da zanîn, ku daxwaza wan ew e, ku gelê Efrînê zêdetir zirar nebîne.

Nêçîrvan Barzanî, ku di çarçoveya Konfransa Navdewletî ya Asayişa Munichê li Almanyayê ye, piştî civîna li gel Wezîrê Derve yê Îranê Mihemed Cewad Zerîf ragihand, ku hevdîtinên wan ên li gel serkirdeyên cîhanê giring bûye.

Serokwezîr Barzanî da xuyakirin, ku weke du cîranên baş ew dixwazin Îran jî ji bo çareserkirina pirsgirêkên di navbera Hewlêr û Bexdayê de roleke erênî bibînin.

Derbarê pirsgirêkên Hewlêr û Bexdayê de Barzanî got: “Deriyên me ji bo gotûbêjan vekiriye. Herî kêm em dixwazin beriya hilbijartinan derbarê mijara bûcdeyê û vekirina firokexaneyan bigihin hinek encaman.”

Li ser helwesta Serokwezîrê Iraqê Heyder Ebadî jî Serokwezîr Barzanî diyar kir, “Pirsgirêkên me yên li gel Bexdayê bi kartên guvaşan çareser nabe. Divê bi destûrê çareser dibe. Destûra Iraqê riya çareserkirinê destnîşan kiriye. Em bi hêvî ne ku dikarin pirsgirêkan bi guftûgo çareser bikin.”

Derbarê pirsa Efrînê Nêçîrvan Barzanî wiha axivî: “Bi xwe mijara Efrînê mijareke aloz e. Peywendiya wî bi gelek aliyan ve heye. Amerîka, Rûsya, Tirkiye û Îran di nav de ne. Me îro li gel de Mîstûra jî ev mijar gotûbêj kir. Hêviya me ew e ku ji vê rewşê re çareseriyek were dîtin, ku gelê Efrînê zêdetir ziyanê nebîne.”,

Nêçîrvan Barzanî destnîşan kir, ku beşdarbûna wan a lûtkeya Davosê, konferansa Munchenê û herwiha hemû serdanên wan ên li welatên Ewropayê bûne alîkar ji bo rola Herêma Kurdistanê ya li Iraqê were dîtin.