Kurdistan Democratic Party

Renewal  .  Justice  .  Coexistence


 

Wezîrê Îtalya: Piştevanî û dostaniya bi Herêma Kurdistanê re berdewam dibe

 

Munich-KDP.info- Di berdewamiya çalakiyên konferensa emnî li Munich, Nêçîrvan Barzanî Serokwezîrê Herêma Kurdistanê û şandeya pê re, roja 16.02.2018ê. digel Angelino Alfano wezîrê derve yê Îtalyayê civiyan û rola pêşmergeyê Kurdistanê di şerê dijî DAIŞê de bilina hat nirxandin.

Di civînê de, Angelino Alfano pesina rola Herêma Kurdistan û pêşmergeyê Kurdistanê li şerê dijî DAIŞê da û tekîd li ser dostanî û piştevaniya welatê xwe ji bo Herêma Kurdistanê kir û dilxweşiya xwe jî li hember destpêkirina danûstandinên navbera Hewlêr û Bexdayê nîşan da û hêvî xwest ew danûstandin serkeftî bin.

Nêçîrvan Barzanî, ji bona wan hevkarî û piştevniya di dema şerê dijî DAIŞê pêşkeşî pêşmerge û Herêma Kurdistanê kirine, sipasiya Îtalyayê kir û tekîd li ser giringiya rola Hevpeymaniya Navdewletî ya dijî terorê kir û got ku tevî têkşikandina DAIŞê ji aliyê leşkerî ve, giring e hokarên çêbûn û dirustbûna DAIŞ û terorê li Iraqê û hizrûbîrên teror û tunûtûjiyê bên binbirkirin.
Rewşa herêmî û giringiya hevkarî û hevahengiya navdewletî ji bo berhingarbûna terorê mijarên din yên civînê bûn.