Kurdistan Democratic Party

Renewal  .  Justice  .  Coexistence


 

Nêçîrvan Barzanî û wezîra Norwejê: Divê aramî vegere bo Iraqê

 

Munich-KDP.info- Di yekem roja konferensa emnî li Munich, Nêçîrvan Barzanî Serokwezîrê Herêma Kurdistanê û şandeya pê re digel Ine Erîksen Soreide wezîra derve ya Norwejê û şandeya pê re civiyan.

Erîksen Soreide ku ew berê wezîra derve ya Norvejê bû û nuha posta wezîra dever wergirtiye, behsa rewşa Iraq, Herêma Kurdistan û kar û xebatên komîteyên hevbeşên ji bona çareserkirina pirsgirêkan di navbera Hewlêr û Bexdayê de hatîne pêkanîn, kir û kêfxweşiya xwe li hember wê yekê diyar kir ku Herêma Kurdistanê biryar daye beşdariyê di hilbijartinên Iraqê de bike û got ku welatê wê dê li ser xebatên xwe yên ji bona vegerandina aramiyê ji bo deverê û hevkariyên mirovî ji bo penaber û koçberan berdewam dibe.

Nêçîrvan Barzanî pîrozbahî li Ine Erîkson Soreide kir ku posta wezîrtiya wezareta derve ya Norwejê wergirtiye, kir û ji şandeya Norvejê re behsa rewşa deverê, têkeliyên navbera Hewlêr û Bexdayê, kar û xebatên komîteyên hevbeşên navbera Herêma Kurdistan û hikûmeta Iraqa Federal, helwesta Herêma Kurdistanê li henber çareserkirina pirsgirêkan li ser bingeha destûra Iraqê, dabînkirina pişka Herêma Kurdistanê ji budceya giştiya Îraq ji aliyê Bexdayê ve û hilbjartinên bên yên Îraq û Herêma Kurdstanê kir.

Di civînê de behsa konferensa jinûveavadankirina Iraq ku berî heyamekî li Kwêtê hatibû sazkirin, hat kirin û her du aliyan bi giringî zanî ji bona vegerandina aramiyê û avadankirina wan deverên ji ber şer ziyan gihayê, xebat û hewilên zêdetir bên kirin. Di vî warî de, Nêçîrvan Barzanî bi pêwîstî zanî ku hemû deverên Iraq û Herêma Kurdistanê ji bername û pirojeyên wê konferensê mifadar bin.
Qonaxa piştî DAIŞê, vegerandina koçber û penaberan bo ser mal milkê wan û dabînkirina aramî û xizmetgozariyan. mijarên din yên civînê bûn.