Kurdistan Democratic Party

Renewal  .  Justice  .  Coexistence


 

Nêçîrvan Barzanî û wezîra Almanî rewşa Iraq û Kurdistanê gotûbêj kirin

 

Munich-KDP.info- Di berdewamiya seredana xwe ya bo Almanyayê û beşdarîkirin di konferensa asayîşa navdewletî li bajarê Munchen, Nêçîrvan Barzanî Serokwezîrê Herêma Kurdistanê, bi amadebûna Mesûr Barzanî Şêwirmendê Encumena Asayişa Herêma Kurdistanê û şandeya pê re, roja 16.02.2018ê, digel Ursula von der Leyen wezîra bergiriyê ya Almanyayê civiyan.

Wezîra derve ya Almanyayê behsa seredana xwe ya dawiyê ji bo Bexda û Hewlêrê û serdankirina leşkerên almanyayî li Herêma Kurdistanê kir û rola pêşmergeyê Kurdistanê û hevkariya bi hêzên Alamanyayê re bilind nirxand. Wê got ku ew kêfxweşe ku doyalog, seredan û civîn di navebra Hewlêr û Bexdayê de dest pê kirine.

Nêçîrvan Barzanî ji wezîra derve ya Almanyayê re bi kurtî behsa gav û pêşhatên dawiyê yên diyaloga navbera Hewlêr û Bexdayê kir û tekîd li ser helwesta Herêma Kurdistanê kir ku amadeye li ser bingeha destûra Iraqê hemû pirs û arîşeyan bi hikûmeta Iraqa Federal re çareser bike.

Serokwezîr sipasiya piştevanî, hevkarî û rola Almanyayê ji bo pêşmergeyê Kurdistanê di dema şerê dijî terorê de, kir û avakirina Nexweşxaneya Pêşmerge li Hewlêrê û hevkariyên Almanyayê ji bo binyatdanan şiyanan li Herêma Kurdistanê bilind nirxand.

Di civînê de tekîd li ser giringiya berdewamiya piştevanî û alîkariyan ji bo Herêma Kurdistanê û rewşa nuha û hilbijartinên bên li Iraq û Herêma Kurdistanê hatin gotûbêj kirin. Behsa wê yekê jî hat kirin ku Almanya û Hevpeymaniya Navdewletî ya dijî terorê giringiyê bi berdewamiya hevkarî û hevahengiya navbera Herêma Kurdistan û Iraqê li nuha û paşerojê de dide.